Seramîkên henûn û teswîrên mîtolojîk

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 10 Gulan 2023 - 04:53

Dîzik, cêr û qir û qafên kevnar tenê ji bo pêdiviyan nehatine bikaranîn, her wiha ew bi awayekî hunerî jî hatine şirovekirin û ji mêj ve li ser wan resm hatine çêkirin. Hunermend Clara Holt jî tevî Chiara Zoppei bi seramîkan dadikeve û seramîkan diresmîne. Wan bêhtir rengê sor û şîn bi kar aniye li ser van seramîkan. Estetîka wan estetîka kevnar a Yewnanî û Îtalî tîne bîra xelkê. Ji lewre, wan ji mîtolojiya Yewnan û Ramayê jî sûd wergirtiye û li ser van vazoyan, teswîrên mîtolojîk jî çêkirine.

Destpêkê Chiara Zoppei ev vazoyên seramîk di formên klasîk de çêkirine. Paşê jî wê ew ji bo Clara Holt hazir kirin, da ku ew li ser van seramîkan resman çêke. Clara Holt bi teknîka ku jê re “Sgraffito” tê gotin ev seramîk resmandine. Wê serê pêşî, bi estarekî şîn ev seramîk boyax kirine û paşê jî rengê xwezayî yên seramîkan ku nêzî rengê sor in, derxistiye holê. Bi vî awayî ahengeke xweşik ava dike li ser van seramîkan. Seramîkên wê kubar û henûn in.

Teswîrên xeyalî ne

Li ser seramîkên Chiara Zoppei û Clara Holt gelek fîgûr hene. Nexasim jî fîgûrên heywan û ajalan. Holt ji bo van seramîkên xwe dibêje; “Li ser van seramîkan çîrokeke ku bi zelalî hatiye ravekirin, tine ye. Teswîrên xeyalî ne ew û sehneyên dişibin weke xewnan hene li ser van seramîkan. Weke nimûne li ser hin vazoyan horiyên avê yên ku ji hêla pişemasiyan ve hatine hîpnotîzekirin, hene. Li ser hinan ji wan jî horiyên avê yên ku li hember axtepotan şûr girtine destên xwe û şer dikin, hatine teswîrkirin. Ji lewma jî bîner teswîrên ku bi wan re têkliyê çêdikin, dibînin li ser van seramîkan.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.