
- Bajarê Qedîm ê Arsemîayê ku xwediyê dîrokekê 2 hezar û 200 salî ye û kêle kîtabeyek yekparçe tê de ye, wekî wareke girîng a senteza çanda Rojhilat û Rojava balê dikişîne.
Bajarê Qedîm ê Arsemîayê ku li navçeya Kolikê ya Semsûrê ye û dîroka wê beriya 2 hezar û 200 sal e, wekî wareke girîng a senteza çandên Rojhilat û Rojava tê qebûlkirin. Arsemîa, di sedsala 2’yan a Beriya Zayînê (B.Z) de hatiye avakirin û nêzî 235 salan wekî paytexta havîngehê ya Qraliyeta Komageneyê ye, herwiha ev der wek navendeke îdarî û olî hatiye bikaranîn. Bajarê ku li ser girê rojhilatê Çemê Kolikê hatiye avakirin, tevî ku hinek berhemên wê kêm bûne jî, bi çendîn avahiyên xwe yên kêm heta roja me ya îro hatiye parastin.
Kîtabeya herî mezin a Anatoliyayê
Li qada Bajarê Qedîm ê Arsemîayê bermahiyên qesra havîngehê hene, lêbelê berhema herî girîng a vê derê, kêle kîtabeyek a yekparçe ye ku di encama xebatên li Anatoliyayê hatiye dîtin a herî mezin e. Di vê kîtabeyê de bi zimanê Grekî, avakirina bajêr, avedanşya mîmarî, qanûnên Qraliyeta Komageneyê, merasimên olî û şêwazê birêvebirina van merasîman bi hûrgulî tên vegotin.
Tunela 158 metre di zinar de
Berhemeke din a girîng a li vê qada, rolyefên hatine risimandin in. Li ser rêya ku diçe ser gora Mithridates Kallinikos ê ku yek ji damezrînerên Qraliyeta Komageneyê ye û li ser gir e, peykerê rölyef û stêla silavdayîna di navbera Qiralê 1’emîn Antiochos û Xwedawend Herakles de cih digire.
Yek ji avahiyên herî balkêş ên Arsemîayê jî tunela veşarî ya bi derenceyan e ku di nava zinarên asê de hatiye kolandin û kûrahiya wê 158 metre ye. Li gel vê yekê, kêlegorên ku li qadê ne jî wekî avedaniyên girîng heta roja me ya îro mane.
OMER AKIN-MA/SEMSÛR







