Şengalî vedigerin ser koka xwe

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 21 Gulan 2024 - 16:30

  • Êzidiyên li kampên Êsya, Mam Reşa û Şariyayê dawî li hesreta 10 salan anîn û vegeriyan ser cih û warê xwe. Di du rojên dawî de 180 malbat ji Til Qeseb heya Sîba Şêx Xidirê li malan bicih bûn û xwe gihandin ax û ava xwe.

Êzidiyên ku di fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de ji ber êrîşên DAIŞ’ê ketibûn ser rêya koçberiyê, dawî li hesreta 10 salan tînin û vedigerin Şengalê. Bi taybet piştî ku dibistan ketin betlaneya havînê û şagirtên dibistanan karnameyên xwe wergirtin, vegera koçberên Êzidî yên li kampên Başûrê Kurdistanê geş bûye.
Ji duh ve ji kampên Mam Reşa, Êsya û Şariyayê derdora 180 malbat berê xwe dane Şengalê û îro jî veger berdewam dike. Li gel bangawazî û pêşwazîkirina Rêveberiya Xweser a Şengalê, Rêxistina Koçê ya Navnetewî (IOM) jî piştgirî dide vegera gel. Beşeke zêde ji malbatên ku vedigerin, ji Til Qeseb heya Sîba Şêx Xidirê li gundên başûrê Çiyayê Şengalê bi cih û war dibin.

Em bi rûyekî spî vegeriyan
Yek ji van malbatan jî malbata Berekat Mirade ku piştî 10 salan vegeriyane Sîba Şêx Xidirê. Berekat Mirad da zanîn ku ew tevî malbata xwe ji Kampa Êsya hatine û kêfxweşiya vegerê wiha anî ser ziman: “Mala xwedê ava em bi sax û selametî vegeriyan welatê xwe. Em li bin wan konan acis bûn û me xwest em vegerin malê xwe. Em bi rûyekî spî vegeriyan cih û warê xwe. Ji kampa Êsya û Mam Reşa nêzî 180 mal vegeriyan. Em hêvî dikin gelê me yê li kampan bi dilekî xweş vegere cih û warê xwe. Û em careke din terka gundê xwe nadin.”

Her teyr bi refê xwe re…
Fehed Qîranî jî tevî malbata xwe 7 meh beriya niha vegeriyaye Sîba Şêx Xidirê û niha jî alîkariya malbatên ku vedigerin dike da ku xwe bi cih bikin. Fehed Qîranî jî vegera gel weke kêfxweşiyeke mezin anî ser ziman û got: “Me divê yên li kampên Başûrê Kurdistane mane jî vegerin. Daxwaziya min ji xelkê li kampan heye hemû vegerin ser cih û warê xwe. Şam şekire lê welat şirîntire . Ez 7 meh in vegeriyame, heya niha kesekî gilî û gazincan nekiriye, em hemû dil rehetin. Ewlehî û aramî heye, ji bo pêdiviyên civakî sûk û bazar heye. Teyr bi refê xwe re qence, bila gelê me vegere!’’ ŞENGAL / ROJNEWS

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.