Şengal Hêza Jinan vê carê ji bo erdhejê

Nûçeyên Dîaspora

Sêşem 2 Gulan 2023 - 03:44

ARAM PÎRO

 

Li hola mezin a şanoyê ya Zurichê, sibe (3´yê Gulanê) şanoya “Şengal Hêza Jinan” bê nîşandan. Ev lîstika şanoyê behsa berxwedana li Şengalê ya li dijî fermanê dike. Tevahiya dahata ji nîşandana lîstikê wê ji bo mexdûrên erdheja 6´ê Sibatê bê veqetandin. 

Koma Şanoyê “Volksbühne Basel” bi derhêneriya Anina Jendreyko lîstikê derdixe ser dikê. Nîşandana li Zurichê bi hevkariya “Medico International Switzerland”ê pêk tê. 

Nivîskar û derhênera lîstikê beriya nîşandana lîstikê em kirin mêvanê provayên xwe. 

Jendreyko ji bo amadekirina projeyê û nivîsandina lîstikê gelek caran çûbû Şengalê û berxwedana wir ji şahidan û berxwedêran jî bihîstibû. Ew wiha behsa girîngiya lîstikê dike: “Ji bo vê lîstika şanoyê ya li ser hêza azadiya jinê û rizgariya jinê ya li Şengalê, em sala 2018´an çûn Şengalê, û piştre em 4 carên din çûn Şengalê. Bi hevpeyvînên li wir me senaryo nivîsî. Korîdora Jiyanê ya ku li wir hatibû vekirin, rastiya tevgera azadiya Kurdistanê nîşan dide. Ew ne tenê sembol e, nimûneyeke muhim e. Hûn dikarin bi wê korîdorê behsa gelek tiştan bikin. Lazim e dinya wê korîdora ku tevgera azadiyê vekiriye, bibîne û lê serwext bibe.“

 

35 caran hatibû nîşandan

Anina Jendreyko da zanîn ku li Swîsreyê wan lîstik 35 caran nîşan daye û her carê jî hol bi serî ve tijî bûne. Wê di dewamê de got, “ji gelên cihê xelkê bi kelecan û bi meraq lê temaşe kir. Piştî her nîşandanê panel û minaqeşe çêdibin. Em bi gelek mirovên ji derdorên cihê re li ser vê mijarê peyivîn û bi ya min ev pirr muhim e.” 

Anina Jendreyko da zanîn ku ew ê ji bo lîstikê weke kom hîç pereyan wernegirin û tevahiya dahata ji nîşandana lîstikê wê ji mexdûrên erdheja 6´ê Sibatê re were şandin.

Jendreyko got, “Ji ber ku ji bo piştgiriyê ye, bihayekî diyarkirî yê bilêtan nîne. Mirov wê karibin biqasî ku dixwazin destekê bidin.”

Kî bixwaze dikare di ser lînka li jêr bilêta xwe bikire:

https://www.schauspielhaus.ch/de/kalender/26203/benefiz-gastspiel-shengal-die-kraft-der-frauen

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.