‘Şengal behra hunerê ye’

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 26 Nîsan 2026 - 16:30

  • Yekemîn Mîhrîcana Çand û Hunera Şengalê bi tevlîbuna nuner û endamên partiyên siyasî, nunerên saziyan, parlemen, endamên meclisa Musilê, oldar û kesayetên civaka Êzîdî, li salona Xemlîn ya li navenda bajarê Şengalê hate lidarxistin.

Yekemîn Mîhrîcana Çand û Hunera Şengalê bi tevlîbuna nuner û endamên partiyên siyasî, nunerên saziyan, parlemen, endamên meclisa Musilê, oldar û kesayetên civaka Êzîdî, li salona Xemlîn ya li navenda bajarê Şengalê hate lidarxistin. Mîhrîcan bi pêşengiya saziya Navenda Rewşenbîriya Şengalê hate pêkanîn. Mihrican ku cara yekeme tê lidarxistin, armanca wê nasandina çand û hunera civaka Êzîdi ya Şengalê ye. Di mîhrîcanê de stran, govend, cil û berg, xwarinên Şengalê û hwd… hatin nasandin. Di heman demê de koma Gelwaz stranên resen ên Şengalê gotin û govend hate gerandin. Kesên beşdarî mihricana Şengalê bûn kefxweşiya xwe anîn ziman û daxwaza her sal lidarxistina vê festivalê kirin.

‘Pêwîstiya Şengalê bi festîvalên wiha heye’

Di mihrîcanê de Hevserokê Meclisa Gel a Şengalê Azad Hisen axivî û ji bo navenda rewşenbîriya Şengalê destweşî kîr û got: “Pêwistiya Şengalê bi çêkirina festivalên bi vî şeklî heye. Tevî alozî û şerê li Rojhilata Navîn, festîvalek wiha li Şengalê lidarxistin gelek giringe.”

Azad Hisen destnîşan kir ku ji dîrokê heta niha çanda Êzîdiya bi tîr, xencer û rima hatiye bîrîndar kirin û wiha domand: “Pêwîste em hemû bibin doxtor û bîrîndariya çanda xwe derman bikin. Lê dîsa çanda me bi berxwedanê gihiştiye roja meya îro û niha jî em wekî berhema wî vê festîvalê pêktînîn. Di asta cihanê de dema em binêrin Şengal bi cil û bergê xwe, di aliyê ol û bawerî de, di felsefeya çanda xwe de cihê xwe yê taybet heye.”

‘Hebûna çanda her gelek, demboriya wî gelî ye’

Berpirsê Malbenda Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistan (YNK) yê Şengalê Dawud Cindî li ser mihricanê ji ajansa me re kefxweşiya xwe anî zîman û got: “Mîhricana Çanda Şengalê mijarekî gelekî gîrînge. Hebûna çanda her gelekî, geşedana paşeroja wî miletiye. Em hêvîdarin ev mihrican sal bi sal hîn baştir bibe”

‘Hemû Êzidî bibin yek’

Çalakvanê sivil Sonê Hisên jî li ser mihricanê hestên xwe wiha anî ziman: “Di meha Nîsanê de çêkirina yekemîn mîhrîcana çanda Êzîdiyan, amedebuna civaka Êzîdî û pêkhateyên Şengalê, me gelekî kêfxweş kiriye. Ji ber ev mîhrican ji bo çanda Êzdatiyê hatiye çêkirin. Em daxwaz ji hemû Êzîdiya dikin yekîtiya xwe çêbikin. Em Şengalê ji nuve ava bikin û mafê xwe bi destê bigrin.”

‘Şengal behra hunerê ye’

Endamê koma Gelwaz Xêrî Edulê bal kişand ser reseniya hunera Şengalê û got: “Yekemîn Mîhrîcana Çanda Şengalê gelek giringe. Ji ber Şengal behra çand û hunerê ye, Şengal koka awazên resene, pêwîste em xwedî li vî hunerê derkevin. Em wekî koma Gelwaz dibêjin, emê xwedî li vî hunerî derkevin.”

ROJNEWS/ŞENGAL

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.