- Li gundên herêma Xisorê ya ser bi Semsûrê, jinan piştî erzaq û zexîreyên zivistanê, niha jî ji bo çêkirina lihêf û doşekan zend û bend badane.
FERHAT ÇELÎK / MUJDAT CAN / MA/SEMSÛR
Li gundên herêma Xisorê ya ser bi Semsûrê, jinan piştî erzaq û zexîreyên zivistanê, niha jî ji bo çêkirina lihêf û doşekan zend û bend badane.
Li van gundan amadekariyên bi destê jinan, di warê aborî de barê malbatan sivik dikin. Bastêq, helîl, mewîj, tirşî, îsot û bacanên hişk û ava îsot û firingiyan hatine amadekirin. Niha jî ji bo rojên sar ên zivistanê doşek û lihêf tên çêkirin. Hiriya pez a hatiye qusandin û şûştin, ji bo çêkirina doşekan tê amadekirin. Jin hewl didin bi van amadekariyan bê zor û zehmetî zivistana xwe derbas bikin.
Li gundê Kistanê Gonul Alagoz, dibêje, ”Em havînê li benda tirî ne ku baş bikemile. Payizê jî em tirî berhev dikin û di sîtilên mezin de dikelînin. Paşê em wan didin ber tavê û hişk dikin. Bi dû re jî em qirş û qalên nav wan dineqînin û wan ji bo zivistanê amade dikin. Zivistanê em wan li ber çayê dixwin û îkramî mêvanên xwe dikin.”
Ne hiriya pez be…
Alagoz dibêje, heta niha ji bo zivistanê wan bastêq, helîl û gûz hazir kirine û ji xeynî van, toraq, penêr, nivîşk jî çêkirine. di dewamê de ew dibêje, ”Me îsot û bacan jî hişk kirin. Me şûşeyên xwe jî dagirtine. Me tirşiya xwe jî çêkiriye. Bi van tiştan, barê me yê zivistanê sivik dibe.”
Alagoz diyar kir, her sal heman tişt çêdikin û berên li nav baxçeyên wan ji yên marketan bitahmtir in û got, ”Hem erzan in, hem jî bitahm in.”
Alagoz bi lêv kir ku ji bo zivistanê hiriya xwe jî raxistine û dê bi vê hiriyê balîf, lihêf û doşekan çêbikin. Alagoz got, ”Zivistan pirr sar e. Lihêfên din me germ nakin. Lewma em hiriya ku me qusandiye, dişon û pê balîf, doşek û lihêfan çêdikin.”