
- Jinên her çar beşên Kurdistanê bi têkoşîna xwe bûne bersiva herî bi hêz a beramberî sîstema desthilatdar, mêrsalar û dagirker. Jinên Kurd bi têkoşîna xwe ya di her waran de bûne pêşengên azadiyê û sembola serkeftinê, parastina gel û nasnameya netewa xwe.
8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê di encama têkoşîna jinan a ji bo azadiyê de hate bidestxistin. Jinên Kurd di roja me ya îro de pêşengtiyê ji vê têkoşînê re dike. Em ê qala têkoşîna qonaxên herî diyar ên têkoşîna jinên her çar beşên Kurdistanê bikin.
Jinên Başûrê Kurdistanê
Li Başûrê Kurdistanê qeyran û pevçûnên siyasî nekarî li pêşiya pêşketina jinan bibin asteng, statû û serkeftinên jinan di warê siyasî û rêvebirinê de derketin pêş. Gelek destkeftî û berhemên diyar ên xwe hebûn. Her wiha ji bo yekxistina deng û helwestan û xurtkirina têkilî û peywendiyan, li gel jinên ji beşên din ên Kurdistanê re kongreyên taybet li dar xistin. Da ku cihê jinan di navendên biryardanê de xurt bikin û pirsgirêka neteweya Kurd pêşve bibin.
Jinên Başûrê Kurdistanê îsal gava herî bihêz avêtin û ji bo parastina Rojavayê Kurdistanê seferberiya giştî ragihandin, sînor şikandin û daketin qadan. Bi dirûşmeya ‘Gelê Kurd yek e’ berxwedana Rojava hembêz kirin û careke din peyama yekîtî û hevgirtina jinên azadîxwaz û gelê Kurd, dan dagirkeran.
Jinên Rojhilatê Kurdistanê
Jinên li Rojhilatê Kurdistanê tevî zilm û zordariya ji aliyê rejîma Îranê ve tê ferzkirin, wekî pêşengên guhertinên bingehîn têne nasîn. Wan bi pêşengtiya xwe ya ji bo parastina maf û nasnameya xwe ya netewî, îspat kirine ku bêyî pêşengiya jinan tu guhertinek demokratîk li herêmê nikare bi ser bikeve.
Jinên Rojhilatê Kurdistanê di vê salê de, tevî gef û zextan, dîrokeke nû ji bo azadiyê nivîsandin. Bi beşdarbûna xwe ya di xwepêşandan û çalakiyan de, li dijî pergala desthilatdar a rejîma Îranê sekinîn û ji bo pêkanîna wekheviyê, bidestxistina azadiyê, dawîanîna li tundiya li ser jinan, parastina jîngeha Kurdistanê û neteweya Kurd pêşengî kirin.
Girtiyên jin ên siyasî yên Kurd; Werîşe Muradî, Pexşan Ezîzî, Zeyneb Celaliyan û Şerîfe Mihemedî, bi berxwedan û ruhekî bilind di girtîgehan de bûn pêşengên têkoşîna jinan û roleke berçav û bi bandor lîstin.
Jinên Rojavayê Kurdistanê
Jinên Rojavayê Kurdistanê li cîhanê ne tenê wekî şervanên wêrek tên naskirin, heman demê ew avakarên pergaleke nû ya ku tê de wekheviya zayendî bûye rastiyeke qanûnî û civakî ne. Bi têkoşîna xwe ya li dijî çeteyan, bûn parêzvanên gel.
Her wiha jinên Rojava modelek afirandin ku tê de statuya jinê ji qunçikan birin navenda biryardanê; ji çeperên parastinê ber bi maseyên danûstandin û dîplomasiya cîhanê ve.
Jinên Kurd nasnameya berxwedanê veguherandin hêzeke dîplomatîk a bêhempa, wan piştî ku teror û terorîst têk birin, niha nexşeya pêşerojeke demokratîk ji bo herêmê xêz dikin.
Jinên Bakurê Kurdistanê
Di sala borî de, jinên Bakurê Kurdistanê ji ser kursiyên parlamentoyê heta nerazîbûnên li kolan û qadan, pêşengtiya pêvajoya aştiyê kirin. Di heman demê de li dijî hişmendiya baviksalar-mêrsalar û dervehiştina (marjînalîzasyon) siyasî şer dikin û pêşengiya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dikin ku Rêber Apo wê wekî ‘ronesansa jinê’ pênase kiriye.
Têkoşîna jinan niha di qonaxeke hesas û tije çalakî de ye. Meydana herî sereke ya têkoşîna jinên Bakur di şaredariyan de bû; bi tundî li dijî pergala ‘qeyûm’ sekinîn û li ser pêkanîna pergala hevserokatiyê wekî modelek demokratîk ji bo birêvebirinê israr kirin.
Wan bi rêya rêxistinên jinan, têkoşîna jinê kirin bingeha azadiya tevahî civakê. Her wiha ji bo avakirina eniyeke hevpar a jinan, hewl dan jinên Bakur û beşên din ên Kurdistanê di bin sîwana dirûşmeya cîhanî ya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de bînin cem hev.
Jinên Bakurê Kurdistanê wekî jinên herî rêxistinkirî yên tevgera jinan a li Rojhilata Navîn tên naskirin. Wan karîne têkoşîna xwe bibin nav dilê siyaset û parlamentoyê û modela hevserokatiyê wekî bingeha demokrasiyê bi cih bikin. Ew sembola têkbirina hişmendiya ku dibêje ‘cihê jinê tenê malê’ ne. Îro jinên Kurd li Bakur pêşengên şaredarî û partiyên siyasî ne.
Li Kurdistanê bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ xebat û têkoşîna jinan zêdetir gur û geş bûye. Ev dirûşme ne tenê li Kurdistanê li seranserê cîhanê ji bo jinan bûye çavkaniya îlham û têkoşîna ji bo bidestxistina mafê xwe. Ji her demê bêhtir niha xebat û têkoşînek mezin a jinan hatiye destpêkirin ji bo bidestixtina azadiyê ya ji bo hemû gelan. Tevî ku jinan ewilê ev têkoşîn ji bo bidestxistina mafê xwe yê seretayî û şertên kar başkirinê be, lê niha jinên Kurd asta têkoşînê gihandiye qonaxeke bilind û bi fikir û felsefeya Rêber Apo azadiya civakê dixwazin.
Jinên Kurd îsal bi ruhê şoreşa kezî pêşwazî li 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê kir. Jinan bi keziyên xwe yên hunandî xwestin bi têkoşînê dawî li hişmendiya mêrsalar, kevneperest û tarî hilweşînin. Li ser vê berxwedanê şoreşa kezî li giştî Kurdistan û cîhanê bû keziyê yekgirtin û piştgiriya jinan. Bi bilindkirina dengê xwe û dirûşma ‘Hûn keziyekî bibirin, em ê bi hezaran kezî bihûnin’ soza têkoşînê dubare kirin.
ROJNEWS/ NAVENDA NÛÇEYAN






