Şehîda Kurdistanê Ronahî 

În 20 Çile 2023 - 01:46

  • Li xwe nedifikirî. Her tim digot ‘dayê ez ê bixwînim bibim parêzer û mafê gelê Kurd biparêzim’. Xeyala wê ev bû. Gamze ji bo me roj bû, bêhn bû û azadî bû. Jineke azad bû bi helwêsta xwe her tiştê xwe diyar dikir. Ez bi wê serbilind im.

Dayika Fermandara YJA-Starê Ronahî Amarayê, Sevîm Saglam got, keça wê li metropolên Tirkiyeyê mezin bûye lê her tim lêgerîn û lêpirsîna wê ya Kurdistanê hebûye û ji ber wê jî berê xwe daye çiyayên Kurdistanê û li wir şehîd bûye.

Fermandara Yekiniyên Jinên Azad (YJA- Star) Ronahî Amara (Gamze Laçîn) her çiqas li metropolên Tirkiyeyê Kocaelî û Izmîrê mezin bûbe jî her tim bi çîrokên welêt û komkujiya Dêrsimê mezin bûye. Li Izmîr û Kocaeliyê ew tev li xebatên ciwanên welatparêz dibe. Xeyala Ronahî Amarayê parastina mafê gelê Kurd bûye û sala 2011’an li Erziromê tevlî nav refên PKK’ê bûye. Ronahî Amara di encama êrişên dewleta Tirk de 22’yê Tebaxa 2022’yan li başûrê Kurdistanê şehîd bû. 

Dayika wê Sevîm Saglam, derbarê jiyana keça xwe de got, keça wê gava zarok bûye ketiye pey lêgerîna nasnameya xwe û ji wan re her tim gotiye, ‘ji min re qala Kurdistanê bikin’.  

Sevîm Saglam da zanîn ku ew ji Dêrsimê ne, lê koçberî Mûşê bûne. Saglam di 20 saliya xwe de hatiye zewicandin û jiyana wê veguheriye cehnemê. Sala 1992’yan Ronahî Amara jê re çêbûye. Hevjînê wê piştî ku keça wê dibe sê salî her roj şidetê lê dike. Piştî ku kurê wê Welat tê dinyayê jî, zewac dewam bike, têkiliya wê bi bavê zarokên wê re namîne. 

 

Ronahî Amara wê xurt dike

Ronahî Amara hîna 16 salî ye, bîra şideta bavê wê li diya wê dike dibe û ji dayika xwe re rojekê dibêje, “Ww nikare heqaret û tundiyê li te bike. Tu ne koleya wî yî. Ez nikarim van heqeret û êşkenceyan qebûl bikim.” Dayika wê dibêje, piştre jî ji bavê xwe re gotiye, “Ez ê piştî vê seatê dayika xwe ji te bidim berdan.”

Dayik Sevîm Saglam dibêje, bi saya serê keça xwe Ronahî Amara ew hişmend û bîrbir bûye. Sevîm Saglamê ji bo debara xwe û zarokên xwe bike dixebite û zarokên xwe dişîne dibistanê. Bi ya wê bi xêra Ronahî Amara ew roja îro hîna sax e.

 

Timî li Kurdistanê dipirsî

Dayika şehîd Ronahî Amara, Sevim Saglam got, keça wê her tim di nava lêgerîn û lêpirsînê de bûye: “Dema ji dibistanê dihat, li cem xalê xwe rûdinişt. Ji xalê xwe re digot ‘ji min re qala Kurdistanê bike, ji min re qala komkujiya Dêrsimê bike, ez dixwazim hîn bibim’. Li bajarekî faşîst dixwend. Lê tevî hemû tengasiyan jî serî neditewand. Jê re digotin, ‘tu Kurd î, tu Elewî yî tu nikarî li vir bixwînî’. Lê tevî vê yekê jî ji wan netirsiya dev ji dibistanê berneda. Dema ders tine bû jî dihat cem min û digot ‘dayê tu biçe malê, ez ê li şûna te bixebitim’. Yanî tenê li xwe. Ji ber wê jî xelkê pirr jê hez dikir.”

Ronahî Amara sala 2011´an tevlî nava refên PKK´ê dibe. Saglam wê pêvajoyê wiha bi bîr tîne: “Dema em li Izmîrê bûn jî çend hevalên wê hebûn li ser pirsgirêkên jinan, siyasetê, Dêrsimê û welêt diaxivîn. Li Izmîtê jî dest bi xebatên ciwanan kiribû. Piştî ku tev li bû, min demeke dirêj qet ew nedît. Rojekê di televîzyone de min dengê wê bihîst, dîmên tine bû, min ew ji dengê wê nas kir.” 

 

Ji bo parastina mafê gelê Kurd

Sevîm Saglam ji bo keça xwe ya şehîd Ronahî Amara dibêje, “Ew pirr cuda bû. Li xwe nedifikirî. Her tim digot ‘dayê ez ê bixwînim bibim parêzer û mafê gelê Kurd biparêzim’. Xeyala wê ev bû. Gamze ji bo me roj bû, bêhn bû û azadî bû. Jineke azad bû bi helwêsta xwe her tiştê xwe diyar dikir. Ez bi wê serbilind im. Pirr dixwest biçe Dêrsimê. Her tim digot ‘ez ê rojekê biçim Dêrsimê’. Lê ji ber ku rewşa me ya aborî ne baş bû me nekarî wê bişînin. Hefteyekê berî şehedatê, li ser dilê min digeriya û tengijînek ketibû dilê min. Welat rojeke ji min re got, dayê were Amedê. Wisa got, ez bêhtir tengijîm. Pişt re Welat hat malê got, êriş hene lê tiştekî diyar tine ye. Piştre xebera şehadeta wê ji me re hat.” 

 

Em ê têbikoşin

Sevim Saglam bal bire ser êrişên dewleta Tirk li dijî Kurdan û axaftina xwe wiha qedand: “Em bi awayekî azad najîn. Heta kengî… Rûmeteke şer jî heye, lê ya wan ne bi rûmet e. Li ti cihê dinyayê tiştekî wiha tine ye. Li her derê em tên qetilkirin. Divê em bibin yek, heke em nebin yek dê pirr tişt bi serê me de werin. Em jî heta ku sax bin, em ê têkoşîna xwe dewam bikin. Em hene, ti kes jî nikare me înkar bike. Em Kurd in, Elewî ne ti kes jî nikare vê tine bihesibîne. Em jî vê yekê qebûl nakin. Ji bo em karibin bijîn, divê em jî têbikoşin. Êşên me pirr in lê ji bo axa xwe ji bo welatê xwe û ji bo êşên me zêde nebin divê ji bo jiyanê em li ber xwe bidin.” 

 

Bang li bavê xwe kiribû

Bavê Gamze Laçîn, Mehmet Laçîn îdia kiribû ku HDP’ê keça wî revandiye serê çiya û li ber avahiya HDP’ê ya Îzmîrê û avahiya Navenda Giştî ya HDP’ê li Enqereyê bi piştevaniya polîsan provokasyonan kiribû û hewl dabû êrişî HDP’ê bike. Gamze Laçîn di hevpeyvînekê di ANF’ê de hatibû qeşandin gazî bavê xwe kiribû û destnîşan kiribû ku ew bi îradeya xwe tev li PKK’ê bûye û kesî wê bi zorê neşandiye çiyê.

AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.