Dewleta Tirk a ku bi qeyûman şaredariyên Kurdistanê dagirkirin, bi qeyûm û waliyên xwe yên dagirkeriyê li gelek bajaran rewşên awarte daimî dike. Ji ber qedexeyên walî li Wanê ev çar sal in bernameyên çandî nikarin bên lidarxistin.
Qedexekirina çalakî û bernameyên çandî, di dema Rewşa Awarte ya Erdogan ragihandî de dest pê kiribûn. Lê piştî ku rewşa awarte qaşo bi dawî jî bû, ev 4 sal in qedexeyên li dijî bername û çalakiyên çandî li Wanê dewam dikin. Qedexe êdî bi awayekî xweber serê 15 rojan tê dirêjkirin.
Ji ber qedexeyê Fuara Pirtûkan a Wanê û Festîvala Wanê ya Rêz û Rêçikî ev çar sal in nikarin bên kirin. Perwerdekarê Navenda Çand û Huner a Aryenê, Huseyîn Akdogan bi bîr xist ku ji bilî bernameyên 15'ê Tîrmehê destûra bernameyeke şanoyê jî nayê dayîn û got, ''Ev jî polîtîkaya asîmîlasyonê ye ku dewlet li ser gel dike. Çawa ku îro li ser siyaseta Kurd zexteke giran heye, ev li ser çand û huner jî heye. Ev tenê li bajarê Kurdan heye. Di vê demê bi sedan bernameyên me yên çand û hunerî bi destê walîtiyê yan jî polîs hatin qedexekirin, gefa girtinê li hunermendên me xwarin, hin jê jî hatin girtin.''

ANF/WAN