Romare Bearden, şêwekerekî Efro-Emerîkî ye û zêdetir bi xebatên xwe yên bi rêbaza kolajê çêkiriye tê naskirin. Wî di salên 1920’an de li Harlemê di nav komên reşikan de cih girtiye û wê demê bandora muzîk, dans, huner, moda û wêjeya Efro-Emerîkayî li ser wî çêbûye. Ji ber ku di wan salan de reşik li Harlemê rehet bûn, vê yekê kir ku Bearden bi huner re mijûl bibe. Bearden, xwest jiyana hunermendên reşik bi wêneyan nîşan bide û bi şêweyên wek kolajê tiştên nû ceribandin. Destpêkê ew şêwekarekî rasteqîn bû lê piştî salên 1950’î xwe li şêweyên razber jî ceriband û di vî warî de jî berhemên wî hene. Lê ew bi kolajên xwe yên ku di navbera salên 1964 û 1988’an de çêkirin, hat naskirin û berhemên wî yên vê demê hunerê wî yê herî resen bû.
Wî bi teknîka kolajê fotomontajên nû çêkirin. Ji pelên rojname û kovaran û kaxizan ku wê demê pirr populer bûn, wêney çêkirin. Di nav wêneyên wî de “Sê Muzîkjenên Gel” wêneyê wî yê herî bi nav û deng e. Divê kolaja wî de du gîtarîst û banjojenek hene, muzîka folk û blues îcra dikin. Di nav kaxizên bi reng de awir û xemgîniya wan tevlîhev bûye. Wêne jiyana hunermendên Efro-Emerîkî radixe ber çavan. Her wiha derbarê çand û dîroka wan de jî agahiyan dide. Bearden li ser kaxizan boyax jî bi kar aniye û di dawîyê de wêneyekî balkêş afirandiye. Di heman demê de ev wêne parçeyekî jînenîgariya Bearden bi xwe ye jî.
NAVENDA NÛÇEYAN