- Di dîroka têkoşîna gelê Kurd de hin şexsiyet hene ku ew ê ti carî neyên jibîrkirin. Sarya jî yek ji van şexsiyetan e ku em wê bi wan wêneyên reqsê bibîrtînin û ew bi van wêneyan hêlînekê çêkiriye di dilê Kurdan de. Cehd û têkoşîna Sarya ya ji bo çand û hunera Kurdan nîşaneya hezkirina Kurdistanê ye.
Nûrsel Înce yan jî bi navê xwe yê din Sarya, di heman deme de jineke şoreşger, hunermend û rojnamevan bû. Di têkoşîna azadiya Kurdistanê de yek ji sembolên jinên jîr û jêhatî bû. Dibêjin, hestên hunermendên şoreşger pirr taybet in, gava ew dijîn, pirr têr û tijî dijîn. Ew weke perperînkan ji tarîtiyê, bindestî, koletî û neheqiyê direvin û wan qebûl nakin, li hember wan li ber xwe didin. Weke perperînkan ji jiyana azad û tîrêjên rojê hez dikin û ji jiyana di bin bayê hênik yê li zozanan, deşt û newalan re bask vedidin.
Ev tiştên li jor di jiyana hunermenda şoreşger Sarya de bi rastî jî qewimîn. Wê weke perperînkekê baskên xwe vekirin û ber bi azadiyê ve li hev dan. Sarya ya ku ji zarokatiya xwe ve xwedî ruhekî hunerî bû, ji bo azadiya xelkê xwe, tevlî nava refên gerîla bû. Ew yek ji şehîdên çand û hunerê têkoşîna azadiyê ye.
Ji Qersê ber bi metropolên Tirkiyeyê
Nûrsela ciwan, 15’ê Sibata sala 1975’an li bajarê Qersê yê Bakurê Kurdistanê, li gundê Carci, tê dinê. Ew pênc xwişk û bira bûn. Bavê wê memûrê dewletê bû û ji ber wê her bajar diguhertin. Piştî tê dinê, piştî demekê mala xwe dibin Bûrdûrê û zarokatiya xwe bêhtir li wir dibihurîne. Weke gelek bajarên Tirkiyeyê, li wir jî zimanê dayîkê qedexe bû, zext û astengî hebûn. Nûrsel dibistana seretayî û navîn li wî bajarî dixwîne. Malbat piştre mala xwe dibe metropola mezin a Tirkiyê, Stembolê. Nûrsel li wir xwendina xwe didomîne û di amedekariya pîşeyê tîcaretê de beşa banke û muhasebeyê dixwîne.
NÇM´ê nas dike û tevlî xebatan dibe
Lêgerîn û lêhûrbûnên Nûrsel Înce, bi xwendina dibistanê re ne sînordar bû. Wê çawa xwendin xelas kir, kete nav kar û xebatên Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM). Serê ewilî, xwe li beşa xebatên wênegirî û sînemayê qeyd dike û piştre dikeve nava koma folklorê ya bi navê Koma Serhildan. Di vê navberê de hem pirr dixwîne, hem jî gelek lêkolînan dike. Her wiha ew di vî wextî de dest bi nivîsandina helbestan jî dike. Jixwe, paşê, helbest û dans wê bibûna du bask û ew ê bi van baskên xwe bifiriyaya li Kurdistanê.
Her Sarya dimîne navê wê
Gava em navê Sarya û Baran dibihîsin yekser ew dîmenên ji şanoya bi navê “Govenda Hilo” tên bîra her kesî. Sarya her du milên xwe vekiribe û bi zerafeteke xweşik direqise. Weke teyrekî bask vedide û çawa ku li asîmanên azad difire, tê xuyanê. Erê ew di sala 1992’ayn de li Navenda Çanda Mezopotamyayê di nav xebatên folklorê de bû, lê ji xebatên şanoyê jî ne dûr e. Gava ku hevalên wê jê dixwazin ew di şanoya “Govenda Hilo” ya ku Teatra Evîna Welat hazir kiriye, bilîze, nabêje na û rola karakterê Sarya qebûl dike. Bi vî awayî navê Sarya her lê dimîne û ew bi vî navî tê naskirin. Ev lîstika şanoyê bi tevahî 5 caran li saziyên cuda ên li Stenbolê tê lîstin. Piştî ku Sarya tevlî nava refên gerîla dibe, lîstik carake din dernakeve ser dikê. Hin wêneyên ku Sarya tê de direqise jî, ji wan demên şanoyê mane û em bi van kêliyan û wêneyan Sarya tim bi bîr tînin. Jineke ku di derba helbestan de direqise û dixwaze bifire ber bi asîmanan ve.
Di ‘Yeni Ulke’ de rojnemavanî jî kir
Sarya li gel xebatên çand û hûnerî, xwedî çend qabîliyetên din bû jî. Wê demekê di rojnameya “Yeni Ulke” de rojnamevanî jî kir. Nexasim jî nûçeyên li ser çand û hunerê Kurdan çêkirin û di vî warî de kedeke wê hebû. Hezkirina ji welat, dikir ku tim di nava xebatên çand û hunerî de bimîne. Nûrsela ciwan sala 1995’an tevlî nava refên gerîla dibe û li wir jî navê Sarya li xwe dike. Di nava gerîlayan de jî pirr jê tê hezkirin û di demeke kin de dibe gerîlayeke çê. Sarya Baran di 8’ê Cotmeha 1997’an de li herêma Mîros di şerê li dijî dargirkeran de şehîd dibe. Lê ew bi reqsa xwe her dimîne di bîra xelkê xwe de û dîmenên wê yên reqsê ti carî nayên jibîrkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN