Şahidê 15'ê Tebaxê: Min li bînbaşî xist

Nûçeyên Dosye

În 14 Tebax 2020 - 23:03

  • Em çûn, em li ber nobetçî sekinîn, me lê da, me ew da erdê û me êriş bir ser qereqolê. Îca ew heçî ketin pêşiya me li qata jêr, ew hatin kuştin. Yên ku me cenazeyên wan kêşayî derve, me 7 esker dîtin. Hin gundiyan digot 13.

ARMANC HEREKOL

Selîmê Guyînayî şahidê dawî yê çalakiya 15´ê Tebaxê ya li Dihê [Erûhê] ye. Ew di koma êrişa li dijî qereqola navçeyê de bû. Niha 73 salî ye, lê gava behsa wê çalakiyê dike, weke xortekî can e: "Piştî çalakiyê dewletê qereqolên xwe yên li derdora Dihê rakirin. Em diçûn ku derê, pîrekan dilîliyand û zelaman slogan digotin. Ma ka moralekî ji vê çêtir." Selîmê ji gundê Guyînayê, bi tevlîbûna xwe ya nav refên komên pêşî yên gerîla jî tam efsaneyek e: "Êdî wî jî destê xwe bilind kir, min jî destê xwe bilind kir. wî danî min, min jî destê xwe bi kelemçê ve li sûretê bînbaşî xist. Hema pê re min xwe qevast. Ji wan we ye min bombe avêtiye wan. Eskerê Tirkan yek bi wir ve û yê din bi wir ve. Û min di nava gund re baz da." Selîmê Guyînayî cara yekê behsa bibîranînên xwe û Pêngava 15´ê Tebaxê kir. Ew gava behsa bibîranînên xwe dike, ta bi derziyê ve dike û detayan jî dibêje. Destpêk bi hatina "Taqimê Heval Egîd" e:
"Êdî jixwe em taqimê heval Egîd bûn. Ez hatim nêv hevalan. Heval Egîd got, heger mirov bixwaze li van deran, çiya, gundan, nas bike, çi lazim e. Min got, ev der mintiqa min e, ez bost bi bost nas dikim. Got, baş e sîleh ji mirov re lazim be, mirov çawa dikare peyda bike. Min got, hema li gundê me tenê qederê 70, 80 sîlehan hene. Heval Egîd bû, heval Selaheddîn bû, heval Mehmet Çavgan, û heval Bedran bû. Êdî heval Egîd min diwezinîne, ka ez ê çi qasî b kêra çalakiyê bêm. Got, zilam lazim bibin, min got em dikarin zilaman jî peyda bikin, xebata me tê de heye. Got, baş e mirov çawa dikare ji bo 20-25 kesan xwarinê peyda bikin. Min got, welatê me ye, em dikarin ji bo sed kesî jî peyda bikin. Bi taybetî jî mala Ehmedê Heso hem dewlemend in û hem jî welatparêz in. Got, ma tu Eruhê nas dikî? Min got, qeza min e, ez deh caran çûme, min îfade daye. Got, ma tu qereqolê nas dikî, min got erê, çend qet e? Min got, didu. Got, çend esker in? Hingê bolukek tê de bû. Sûbayek, du, sê astsûbay, çend heb uzman çawiş bûn. Heval Egîd got, mirov bi çend kesan dikare biçe wê qereqolê rake. Êdî ka nezanîn bû çi bû. Min got, wele mirov dikare bi deh duwanzdeh kesan wan felc bike, bavêje wê erdê. Min dît, heval Egîd di ser milê xwe re li paş xwe nihêrî, got, bi van hevalan, min got erê."

Keşfa Dihê û qereqola wê

Çawa xelkê taqimekî 24-25 hevalan weke bi hezaran dîtine, ew wiha rave dike: "
Hingê li her mintiqeyekê em hevalek, didu dixebitîn. Vêca me dît wî bîst û çar, pêncek in, taqimek e. Melûm e hingê gundiyan didu dîtine. Vê ca digotin bi hezaran heval hatine."
Dîtira rojê, Heval Egîd wî tîne cem xwe: "Got, me bibe cihekî welê ku em jê qeza Dihê bibînin. Vêca Çiravê zozan e. Koçer, gundî û şivan, û me nas jî dikin. Em wisa ketin pêşiya hevalan, em bi rê ketin. Ez im, heval Egîd e, heval Bedran e, heval Erdal e, û Bozanek hebû gundiyê me bû.
Em hatin, hatin nuqta keşfê. Çar rojan, me qereqol û hedefên din me keşf kirin. Şêva 13´ê (Tebaxê) em vêca bi grûban re hatin, diviya bû her grûb bi dûrbînan hedefan bi çavê xwe bibîne, kîjan grûb wê biçe ku û filan. Ji bilî wê roja 13´ê me prova çêkir, weke tetbîqatê. Mirov çawa bomba diavêje û tiştên welê. Grûp pêk ve çûn cihê keşfê. Ji xeynî wê jî divê em biçin keşfa hundirê qereqolê. Ez û heval Erdal û Bozan em ê biçin. Em meşiyan, min dît heval Bedran bang li min dike, ez vegeram hatim, min got, xêr e? Got, niha tu biçî qezê, kesekî te li qezê nas bike heye nîne? Min got, wele li qezayê de bi hezaran insan min nas dikin. Got, çima tu nabêjî, ez naçim? Min got, wele nabêjim, bibêjim, yanî newêrim. Got, tu biçî, milet te bibîne, çalakiya me wê deşîfre bibe. Bila Bozan û Erdal biçin, tu heta deverekê bi wan re biçe. Axir me keşfa xwe kir û em hatin."

Herî kêm 7 esker hatin kuştin

Herçî çalakî ye, ew wisa behsa wê dike: "Grûbek wê li qereqolê bide, fermandarê wê heval Erdal e, Mustafa Yonden, alîkarê wî jî ez im. Grûba lojmana eskeran fermandarê wê Heval Bedran bû, alîkarê wî Heval Heyder bû. Grûba li qehwan bigere, pankartê daliqîne, li ajanan bigere fermandarê wê Heval Şiyar bû Heval Kazim Kulu. Grûba bankê fermandarê wê Bohtan bû. Ev pênc grûb bûn.
Ji bilî van grûbên êrişê, du grûbên rêbiriyê hebûn. Yek jê, dibêjinê Geliyê Aşan, bîst deqîqeyekî ji Dihê dûr e. Erebê ji Sêrtê bên, tê re derbas dibin. Da ku nehêlin teqwiye bê. Grûbek jî li Birka li ser rêya ji Şirnexê ye.
Grûba me, ez û heval Erdal, em ê ewilî biçin ber devê deriyê qereqolê, em ê pêşî li notirvan bidin. Piştî me nobetçî da erdê, bisîvîng wê li qereqolê bikeve, û piştre jî em êrişê bibin ser qereqolê. Heval Egîd, Heval Doktor Baran û Heval Serdar hebûn. Ew ji qereqolê dûr li Baxçeyê Ataturk de bûn, mudaxele lazim be, wê mudaxele bikin. Em çûn, em li ber nobetçî sekinîn, me lê da, me ew da erdê û me êriş bir ser qereqolê. Îca ew heçî ketin pêşiya me li qata jêr, ew hatin kuştin. Yên ku me cenazeyên wan kêşayî derve, me 7 esker dîtin. Hin gundiyan digot 13."

Vekişîn

Vekişîna piştî çalakiyê jî wiha li bîra Heval Selîm maye: "Teqrîben saet 1, şehr ketibû destê hevalan. Êdî 3 hêstir jî bi me re ne. Berpirsiyarê wan jî ez û Heval Cengo ne. Êdî piçûk û mezin, 103 sîleh ji depoyê derxistin, ew êxistin ereba nahîfê. Heval Heyder ajot. Ez û heval Cengo bi hêstiran em hatin rêya Ersê. Hevala li wir erebe qulibandiye, sîleh jê derxistine, kirine bar û du heval li ber wan danîne. Vêca hêstireke me hebû, hingî bar hildigirt, navê wê kiribûn, renaulta PKK´ê. Ewqas sîleh me li wan hêstiran kirin. Du pakêtên fîşekên G3´yan man. Min kir û nekir cihê wan li ser pişta hêstiran çênebû. Min pê girt avêt nav wê talanê deviyê û em çûn.
Em çûn gel hevalan. Êdî ber destê sibê ye. Dengê jetan, helîkopetaran, dinya xira dibe. Ma ne, ewqas sîleh me rakirine. Vêca heval Egîd ji min re got, barê her sê hêstiran cuda rake, û eva sîlehên din ên zêde cihekî ji wan re çêke, veşêre, lê bila kes nebîne.
Êdî ew dermanca min a Astra ya piçûk min ji çentê xwe derêxist. Min got, li dinyayê li her derê fermandar eskerên xwe mukafat dikin, vê carê ez ê fermandarê xwe mukafat bikim. Got, te ji min re çi aniye, min got, min dermance aniye."
Ji wir ew ê biçin Deşta Katrosê, lê xwe darî çavên xelkê nakin ku weke xelk û mêvanên dawetê deşt mişt kirine: "Katros fireh e; herdu milên wî çiyan e. Cihê zoman e. Me xwe da devereke stratejîk. Lê gava roj li me derket, me dît milet rahiştiye sîtilên mast, goşt û nan axir çi hebe, anîn hatin cem me. Heta hingê me esker nedîtine. Ev roja sisiyan e, em li Deşta Katrosê ne, em ê ji wir biçin Hûtê, ji wir em ê herin Kehniya Maran, ji wir biçin Dolsa Sa, ji wir em ê xwe berdin Ramûran, ji wir xwe berdin Besta Hincê û herin Geliyê Ebdal Begê."

Damezrandina HRK'ê

Ji Dola Sa me xwe berda Ramûran. Apê Mihemed li wê derê bû. Em çûn mala wan. Me xwe berda Besta Hincê, ji wir jî em hatin Geliyê Ebdal Begê, dibêjinê Dugêsinê. Li wir du av digihîjin hev, boş diherikin. Cihekî stratejîk e. Mirov li wir dikare artêşekê xwedî bike. Li wê derê em hefteyekê man. Li wir Heval Egîd civîna nirxandina çalakiyê çêkir. Em li wê derê man, li wê derê HRK hat avakirin. Em 6 kes li wê derê bi navê Grûba Şehîd Ehmet Kurt, em bûn grûbeke eskerî û cihê çalakiya me jî Erûh, Şirnex, Cizîr û Mava ew der bûn. Ew sîlehên me ji depoyê derêxistî jî heval Egîd got, tu mintiqê nas dikî, tê wan bigihînî partiyê. Lê binihêre, bi van sîlehan me şerefa dewletê şikênand. Heger ev sîleh careke din bigihîjin dewletê, şerefa PKK´ê jî dişikê. Min got, bi mesûliyeta me, nagihin dewletê. Me xatir ji wan xwest, em ji taqim veqetan. Êdî ew bi ku ve çûn ez nizanim."

Moralê serketinê

Li ser hestên xelkê yên xwe yên piştî çalakiyê jî Heval Selîm dibêje, "Piştî çalakiyê, qereqolên dewletê yên bi Dihê ve hebûn. Dewletê ev qereqolên xwe hemû rakirin. Moralekî çawa ye. Her kes bi moral e. Te serketî çalakiyeke welê kiriye, û tenê guleyek li destê hevalekî ketiye. Ma ka moralê jê çêtir. Em diçûn ku derê, pîrekan dilliyand, zelaman slogan digotin.
Niho jî weke îrade, weke dilsoziya bi rêber Apo re û bi şehîd û qehremanan re ew rûh îro jî bi min re heye. Ka çawa li Eruhê di koma yekê de ez çûm ser dijmin, li vê derê jî ez ew im. Ma ne, ev erd jî yê me ye."

 

Selîmê Guyînayî kî ye?

Selîmê Guyînayî bi îhtîmam dibêje ew ji gundê Guyîna yê Botanê ye û gelek kes bi şaşî dibêjin, Guyî. Ew wiha behsa xwe û nas kirina kadroyên pêşî yên PKK´ê dike: "Ez ji gundê Guyîna me. Ez 73 salî me. Ji min re Selîm jî Feyzî jî tê gotin. Ji malbateke xweşhal im. Piştî ku xebatên PKK´ê bi pêş ketin, piştî çûna Libnanê, ew vegeriyan. Heval sala 1980´yî hatin cem min. Hevalên Ziya û Merwan, wan got, ew ji ber cuntayê reviyane û divê welatparêzan li cem xwe ew xwedî kiribûna. 45 rojan min li cem xwe ew xwedî kirin. Piştî wê Gulana sala 1981´ê hevalên Emer û Ehmed hatin. Bi gotina wan, ji ber cuntayê revîne û ew ê derbasî Îranê bibin. Welatparêzan ew anîn cem me, şêvekê li cem me man, min jî ew ji gundê me birin heta bi gundê Dara yê Îranê. 21 roj temam bûn. Di nava van 21 rojan de mirovên me bi xwe têne mala me; hevala min dayika min û du,sê zarokên me yên hûr hebûn. Dibêjin, Feyzî ne li mal e, dewlet wê vê dera bişewitîne, sibehî divê hûn ji vî gundî derkevin. Axir em man, heval jî hatin û çûn. Heval jî kî bihata cem min mintiqê, min xemsarî li derba wan nedikir, çi tişta ji destê min bihata, min dikir. Lê min zêde PKK jî nas nedikir."

Min got, wele heme!

Ji bo qanehbûna xwe ya ku PKK´ê weke partiya xwe bibijêre jî, ew dibêje, "Carekê ev Selaheddîn Çelîk ew ê Ciwanikî, ew ê li Elmanyayê revî. Ew û grûbek hatin cem me. Hingê em bi van netiştê mala Barzanî ve girêdayî bîn. Selaheddîn gote min, heger insanek bixwaze ji bo tiştekî mezin karekî bike, lazim tiştekî piçûk bixe qurbana parçê mezin. Min got, ka rave ke. Wî got, mesela ev mala te ye, diya te, sê, çar zarokên te hene. Tu bibêjî ez ê Kurdistanê azad bikim, şoreşgeriyê bikim, lazim tu vê malê bikî qurbana babikê xwe, babik bikî qurbana qebîleya xwe, qebîlê bêxî qurbana gund, gund bêxî qurbana eşîrê, eşîrê jî bêxî qurbana welat. Insanekî bêje ez ê di PKK´ê de cih bigirim, dewletekê ji Kurdan re ava bikim, lazim e xwe bide ber vê. Got, ma, tu ji vê re heyî, nînî? Min got, wele heme. Hêdî min têkiliyên xwe bi yek derbê ji PDK´ê birrîn."

 

Bi kelemçê li sûretê bînbaşî da

Beriya tevlî nav refên PKK´ê bibe bi awayekî profesyonel, ji ber ku gundî giliyê wî dikin, Selîm Guyinayî tê girtin. Lê dikare ji nava kulmoza dijminan xwe xilas bike û bigihîne çiyê. Bi vê yekê ew li Bohtanê dibe efsaneyek di nava xelkê de. Ew wiha behsa vê meseleyê dike: "Şevekê dewletê bi hezar û 500 hêzên eskerî, jendirme û filana avêt ser mala. Ez di mal de girtim, kelemçe kirim, xwas bi atlêt bûm, ez birim mektebê. Bînbaşî sereskerê wan e. Em anîn devê mektebê, Bînbaşî got, kanî Apocî. Gava min îtîraz kir, destên min kelemçekirî ne. Min xwe da pêş, weke wê slogana berxwedana zindanan a Mezlûm wan a Berxwedan Jiyan e. Min got, bila kuştin be û min nebin Sêrtê û wan deran. Êdî wî jî destê xwe bilind kir, min jî destê xwe bilind kir. Wî danî min, min jî destê xwe bi kelemçê ve li sûretê bînbaşî xist. Hema pê re min xwe qevast. Ji wan we ye, min bombe avêtiye wan. Eskerê Tirkan yek bi wir ve û yê din bi wir ve. Û min di nava gund re baz da.
Dest kelemçekirî, xwas, filan. Êdî ez bi çiyê ketim. nihayet ez gihiştim gundekî. Dostekî mim li wî gundî hebû. Min xeber dayê, hat kelemçê min vekir, cil û titin ji min re anî û ez hatim.
Êdî heval ji Sûrî derbas dibin, tên Bafê ji Bafê tên mintiqê, dipirsim. Hêdî, hingê berpirsê wan hevalan Kor Cemal bû. Dibêje, em herin berî tiştek bê serê wî, em bigirin. Em jî hatin Zivinga Şikaka. Wê şevê heval jî tesadufî hatin wê derê. Êdî ez gihatim hevalan û ji hingê ve ez bi hevalan re me."

 

Egîd her bi tevdîr bû

Beriya ku bi ser Dihê de bigirin, Mele Evdileyê Tirkanê ji bo ku kurê xwe bibe, diçe cem Fermandar Egîd, lê ew bi tevdîr e. Selîmê Guyinayî wisa behsa meseleyê dike: "Mela Evdilayê Tirkanê, ji gundê Hirariş e. Hirariş welatparêz e. Kurê wî beriya bi mehekê hatibû nêv me. Kurê wî bi kêrî şoreşgeriyê nehat. Ew jî hatibû kurê xwe bibe. Me got, niha em kurê wî bidinê biçe, dikare çalakiya me deşîfre bike. Ji ber wê me gotiyê, tu sebir bike. Em grûb tev hev hatin wê devera keşfê. Her grûbê hedefa xwe, rêya xwe kontrol kir, saet heft û nîvan, me xwe ji çiyê berda. Heval Egîd got, bang li Mele Evdile bike, bila bê. Min bang kir. Heval Egîd gotiyê, Mele Evdile, va ye em diçin ser Erûhê. Êdî tu wê dixwazî, tu û kurê xwe jî tevî me werin, heger tu dixwazî eve kurê te, biçin, ser seran û ser çavan. Got, hûn min berdin ez ê biçim mal. Heval Egîd got, de oxir be ji te re."

Eskerê weke mast qerisî

Di dema çalakiyê de, gava ku qata yekê ya qereqolê dikeve, ji bo ku sîlehan derêxe, Selîmê Guyinayî diçe qata diduyan a ku oada fermandar lê ye. Li wir tişta ne li bendê diqewmie û ew wiha behsa vê yekê dike: "Îca qereqol ser du qatan e. Vêca maseya fermandar di qata diduyan de ye, di bin textê fermandar de du sindok sîleh hene. Ez çûm odeya wî. Min sindoqek vekir. Keleşkof, ên esas, du sîmîrnof, du G1´ên Libnanê, G3´yên portatîf ên Îranê, du dermancên Belçîqî, yek esil yek ya lazan. Yek jî Astra, destê piçûk. Min ew avêt çentê xwe. Min ev sîleh avêtin milên xwe, ez wan bibim, paşê vegerim sindoqa din vekim. Ez li xwe zivirîm, ez û eskerek hatin rûberî hev. Rextê min, ew qas sîlehên li milê min, ez piçekî jî tirsiyam. Min got, ev niha hinek cesareta wî hebe, hema rahêje sîleha xwe heta ez van sîlehan deynim... Min hema bi Tirkî gotiyê, ne yapiyorsun ulan (Tu çi dikî lawo)? Got, wele abê bir şey yapmiyorum (Wele keko ez tiştekî nakim). Min got, ka sîleha xwe, wele sîleha xwe da dest min. Min pehînek kişandiyê, ji odê derxist. Hevalan got, te ev ji ku derxist, min got, wele ji oda fermandar min derxist, nobetçiyê wî bûye."

Selîm Egîd "rehet" kir

Gava digihêjin Geliyê Ebdal Begê, li wir tenê bi Selîmê Guyinayî re çay û şekir heye. Ew ji Heval Egîd re çayê çêdike: "Li wir (Geliyê Ebdal Begê) ne çay e û ne şekir e, herçî ez bûm, timî bi min re hinek çay û şekir di çentê min de hebû. Metereyekî eskeran jî min ji wan stendibû, ava wî jî hingê cemidî bû, mirov digot, qeşa ye. Min nihêrî Heval Egîd raporê dinivîse, westeha ye, her kesê din li isreheta xwe dinihêre. Axir min metere ji qewlikê wî derxist, av berdayê danî ser êgir, çay û şekir xistiyê, xiste yekê ji wan qedehên bi çembilk ên Îranê û bire ji Heval Egîd re. Got, ev çi ye? Min got, ça ye. Got, te ji ku îna? Min got, bi min re bû di vî metereyî de min çêkir. Wele du qedeh vexwarin got, ez rehet bûm."

Werzê gund û wicdanê hevala

Gava ku wê biçin Deşta Katrosê, Selîm êdî rê nas nake. JI bo peydakirina rêberekî, nan û titinê, li ser fermana Heval Egîd, tevî Heval Erdal û Heval Fikret berê xwe dide gundê Êrisê, lê gund ne vala bpye, ew wiha behsa meseleyê dike: "Ev roja diduyê ya çalakiyê ye. Tu nabêjî, dewletê hezar û 600 esker êxistine wî gundê Êrisê. Xebera me jê nîne. Axir em çûn ser tehtê, ez li pêşiyê me, wisa hefsarê hêstirê di destê min de, min dît qelebalixek e. Got, hûn kî ne û sîleh berdan. Min wisa pişta xwe tewand. Min lê nihêrî, va esker. Min da xwe ez sîleha xwe hazir bikim, li wan bidim. Heval Erdal ji piştve bi êlegê min girt, ez kişandim, got, ma tê çi bikî? Min got, esker e, ma em li wan nadin? Got, em li wan bidin neqeba me û hevalan 5 deqîqe rê ye. Em vegeriyan, me hêstir jî av nedan, me nan jî ji hevalan re neanî û me zelam jî neanîn. Hevalan got, xêr e? Min got, wele hal û mesele ev e. Ev çiya jî asê ne. Heval got, de hêstirên xwe bar bikin, em ê bi rê bikevin biçin. Ne rêberê me heye, ne tiştek. Heval jî çend roj e xwarina wan kêm bûye, û ew çiyayê asê. Em meşîn em di şiverêyekê re derketin. Heval Egîd got, divê em li vê derê îsrehet bikin, heval westiyane. Heval Egîd got, de ka tu û Heval Erdal biçin bê ma hûn ti gundan nabînin. Em qederekê çûn em ketin nav ziyaretekê. Ziyaret jî miheqeq ya gundan e. Ka nû ye, kevin e, bi agirê heste min lê nêrî, yên nû ne. Ji tirban ber bi Rojava ve em meşiyan, me lê nihêrî, erdek kirine werz. Şebeş, petîx û filan. Vêca nûka çêbûne. Vêca min cemedaniya xwe danî, çend zebeş xistinê, lê ku min rahiştiyê guhikên wê bi dev min ve hatin, rizî bû. Rabû min şalê xwe yê kot ji xwe kir, delingên wî girêdan û çendek êxistinê û bir ji hevalan re. Lê ez dûrî wan sekinîm, min got, werin ji xwe re bibin. Heval Egîd jî got, tê bêjî qey tu ne ji vê grûbê yî! Min got, heval ez tazî me. Axir heval hatin, ketin nav werzan, êdî ew û wicdanê xwe."

Esker û heval ketin nav hev

Wî bi çavên xwe nedîtibe jî, di dema velişandinê de. Nêzî Deşta Katrosê gerîla û esker li cihekî dikevine nav hev: "Heval Egîd, Heval Şiyar û du hevalên din şandin Hûtê, cem dostekî me. Dostekî me hebû li wir, paşê dewletê ew di teyarê de avêt. Nêzîkî Mexrebê, nobetçiyan got, wele va ye esker di Deşta Katrosê re da der. Wextê esker hat, divê em haziriya şer bikin. Esker di erdê rast re diçe Hûtê, em jî di çiyê re diçin, berê me jî li Hûtê ye. Hersê hêstir heta hingê bi me re ne. Heval Egîd got, em ê bikevin şer, kurtanên wan hefsarên wan li ser wan veke, bila biçin. Min berdan heta mala me ya Guyîna çûn derê mala me.
Wextê em diçûn Hûtê qederê 50 metreyekî sernişûviyek heye. Min bi xwe nedît, hevalan digot, di wî sernişûvî de heval û esker dikevin nav hev. Ew dibêjin, heyra em esker in, ji nav me derkevin. Me êdî hema gund qetand, em çûn Kehniya Mara, em wê rojê li wir man heta nîvrojê."

Roja 4´an hevalan xwarina xwe xwar

Roja çaran Heval Selîm û hevalên din li avê digerin, û li Dola Sa jî zozanî bi wan şanaz in: "Ev roja 4´an e. Av tine bû. em li avê digerin. Em di deverkê re bihurîn; me dît çûk li cihekî. Me got, ma ne ev li avê digerin. Em bi ser avê ve bûn. Nîvrojê Heval Egîd got, tu û Erdal biçin kişf bikin ka gund, dever di ser riya me de hene yan na. Em ji hevalan dûr ketin. Me dît li binê Herekolê, Dola Sa, qederê 15 - 20 kon in. Me rê girt û em çûn. Ji malan weke dawetekê ber bi me ve hatin. Em jî ber bi wan ve çûn. Wele hatin, em himbêz kirin, em paçî kirin. Me got, heyra xêr e? Gotin, ma hûn ne ew in we bi ser qeza Dihê de girt. Me got, em rêwî ne, qeza çi! Got, na hûn nikarin me bixapînin. Divê hûn werin rûnên. Me got, heyra ka titin, xwarin hebe bidin me em ji hevalan re bibin. Em ne yê rûniştinê ne. Go, ev erd bigihêje van ezmanan, hûn rûnenin, em ê konan bişewitînin. Me jî got, em ne fermandar in; werin fermandêr bibînin. Wele em tev hev hatin. Heval Egîd got, xêr e? Me got, wele ka bela van ji me veke. Got, ma çi divên? Min got, wele vê divên. Got, em diçin. Wele em çûn gel wan rûniştin. Xwarineke zêde çêkiribûn. Apocî jî ji xwarinê re emrê wan dirêj e. Wele me xwarina xwe xwar."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.