- Nivîskar-helbestvan Rênas Jiyan di gotûbêja li ser pirtûka “Kevirên Anarşîst” bi xwînerên xwe re civiya, helbest xwendin û ji bo xwîneran pirtûkên xwe îmze kirin.
Nivîskar-helbestvan Rênas Jiyan di gotûbêja li ser pirtûka “Kevirên Anarşîst” bi xwînerên xwe re civiya, helbest xwendin û ji bo xwîneran pirtûkên xwe îmze kirin.
Wêjegeh Amed li baxçeyê xwe ji bo nivîskar-helbestvan Rênas Jiyan bernameyeke gotûbêjê li dar xist. Di bernameyê de gelek nivîskar û xwîner amade bûn. Li ser pirtûka “Kevirên Anarşîst” a Rênas Jiyanî, gotûbêj hat kirin. Her wiha li ser edebiyat û helbestên Kurdî jî sohbet hat kirin.
Moderatoriya gotûbêjê, helbestvan Lal Laleş kir û behsa nivîskar û helbestvaniya Rênas Jiyan û naveroka pirtûka wî jî kir.
Teknîkeke nû
Rênas Jiyan got, pirtûka wî ya dawî “Kevirên Anarşîst” pêveka pirtûkên din e û xwe ji pirtûkên din ava kiriye. Wî anî ziman ku pirtûka xwe ya nû bi teknîkeke nû nivîsandiye û bêhtir xwe li ser ramanê ava kiriye. Jiyan da zanîn ku di pirtûkê de bûyerên rojane jî cih digirin û gelek tiştên rojane ku gelê Kurd diêşînin, hatiye nivîsandin.
Karakterê folklorîk Qûrqûr Begê
Rênas Jiyan destnîşan kir ku wî xwestiye ku karketerê civakê di romanê de hebin û yek ji karekterên folklkorîk ‘Qûrqûr Begê” jî bi kar aniye. Wî got, wî xwestiye di romanê de xwîneran bikenîne. Jiyan, anî ziman ku zimanê Kurdî ji bo wî xwerehetkirin e û têgeha bîrê jî ji bo wî gelek girîng e û ew guh dide zimanê pirtûkên xwe. Jiyan destnîşan kir ku di vê rewşa nebaş de mirov hevokeke baş saz bike jî xatirê wî/wê nivîskarî/ê heye.
Ev romana dijminatiyê ye
Jiyan, da zanîn ku wî di pirtûkê de cih daye rexneyan jî: “Min xwest ez hinekî rengekî rexneyî bidim pirtûkê. Dema meriv vê pirtûkê dixwîne, jixwe wê bibîne ku rexne li hin fikran dikim. Pirtûk di heman demê de zewaca Kurdeke ku bi Tirkekî Kemalîst re zewiciye jî dibîne. Ev roman hinekî romana dijminatiyê jî. Qala dijminatiyê dike. Dijminatiya li hember Kurdan.”
Dewlet a dewlemendan e
Rênas Jiyan, anî ziman ku wî di pirtûkê de qala dewletê jî kiriye: “Dewlet ne ya gel e, dewlet a dewlemendan e. Xirecira polîtk jî heye. Di heman demê de aliyekî polîtîk ê pirtûkê jî heye. Di nava Kurdan de kesên dewletnas û kesên dewletnenas hene. Ev serê Kurdan diêşîne.”
Rênas Jiyan piştî axaftina xwe bersiva pirsên xwînerên xwe da û helbest xwendin.
Jiyan di dawiya bernameyê de pirtûkên xwe ji bo xwîneran îmze kirin.
MA/AMED