• Wezîrê karê derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian, hempîşeyê wî yê Elman Heiko Maas û yê Îtalyan Luigi Di Maio doh çûn Lîbyayê.

Wezîrê karê derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian, hempîşeyê wî yê Elman Heiko Maas û yê Îtalyan Luigi Di Maio doh çûn Lîbyayê. Ew doh gihiştin paytexta Lîbyayê Trablusê da ku danûstandinan bi serokê hikûmeta nû ya Lîbyayê Ebdulhemîd El-Debîbe re pêk bînin.

Li gorî ajansa AFP`ê, her sê wezîr wê tevî hempîşeyê xwe yê Lîbyayî li Trablusê civîneke çapemeniyê ya hevbeş li dar bixin. Ev yek di çarçoveya piştgirîdayîna Ewrûpayê ji bo desthilata nû de ye ya ku meha bihurî li Cenevreyê hatibû hilbijartin, pêk tê.

Ajanseke Îtalyayê jî li gorî çavkaniyan ragihand ku her sê wezîr gihiştine Trablusê û erka dîplomasiyê ya Ewrûpayê li Lîbyayê bi vî awayî dest pê dike.

TRABLUS