- Rojiyên salê yên civaka Êzîdî îro dest pê dikin. Destpêkê 3 rojan rojiyên Şêşims tên girtin. Piştî rojiyên sêşem, çarşem ûpPencşemê, înê jî Cejna Şêşimsê tê pîrozkirin.
Rojiyên salê yên civaka Êzîdî îro dest pê dikin. Destpêkê 3 rojan rojiyên Şêşims tên girtin. Piştî rojiyên sêşem, çarşem ûpPencşemê, înê jî Cejna Şêşimsê tê pîrozkirin.
Li gorî rêûresm û ayîna Êzîdîtiyê îsal wê 7, 8 û 9'ê Kanûnê rojiya Xwedanan tê girtin û 10'ê Kanûnê yanî înê jî cejna Xwedanan tê pîrozkirin.
Herî dawî jî ji bo îsal 14, 15 û 16'ê Kanûnê rojiya Êzî tê girtin û 17'ê Kanûnê, yanî înê cejna Êzî tê pîrozkirin.
Di dema rojiyan de, civak her wiha xwe ji gelek tiştên nefsî diparêze. Rojî, bi derketina rojê dest pê dike û dema roj diçe ava jî, bi dawî dibe.
NAVENDA NÛÇEYAN