• Filma bi navê Notturno (Şev) ya derhênerê Îtalî Gianfranco Rosi wê hema piştî 77´emîn Festîvala Filman a Navneteweyî ya Venedîkê, berê xwe bide Kanadayê. Ew li wir wê di Festîvala Filman a Navneteweyî ya Torontoyê de jî ji bo xelata filma herî baş bikeve pêşbirkê.

Festîvala Filman a Navneteweyî ya Torontoyê îsal wê ji 10´ê Îlonê heta 19´ê Îlonê dewam bike. Komîteya amadekar wê di vê demê de 50 filman nîşan bide.

Lê belgefilma hostekarekî sînemayê yê Îtalî di nava filman de gelekî balê dikişîne. Gianfranco Rosi ji bo filma xwe sê salan li Kurdistan, Iraq, Sûrî û Libnanê dîmen girtin. Derhêner berê xwe ji şer, kul û xeman û wê de dide mirovan û mirovbûnê. Derhêner dibêje, "Di nava van 3 salan de li Rojhilata Navîn min mirovên li herêmên şerî dîtin. Min xwest ez behsa çîrok û kesayetan ji şerî û wê de bikim. Ez dûrî bereyê şer bûm; ez çûm wan deveran ku mirovan hewl dida li wan jiyana xwe baştir bikin. Li wan deverên min dîmenê dengvedana şerî girtin, ew hebûna şerî ya giran a ku mirov nikare di siberojê de nîşan bide hebû. Min hewl da jiyana rojane ya wan mirovên li ser sînorê jiyan û dojehê bibêjim.

Şer yekser xuya nake di filmê de: dengê dayikên dilorînin, aliqîna zimanê wan zarokên ku heta hetayê wê birînên wan nakewin. Nexweşên li saziyeke psîkyatriyê, stranbêjekî li ser kolanan, dilrehmiya gerîla û pêşmergeyan, endamên çeteya DAIŞ´ê di hepsê de, tirsa dayikeke Êzîdî ya ji bo keça wê ya êsîrkirî, Elî yê hewl dide bi karê xwe nan bibe malê û bide birayên xwe…

Lê di filmê de dîsa ya li pêş ne şidet e, insan û mirovbûn e. Notturno (şev) filmeke ku dibêje, her roj ji şevekê diwelide.

Gianfranco Rosi derhêner, dîmengir û dengsazê filmê ye, Jacopo Quadri û Fabrizio Federico jî montaja wê kirine. Film wê di beşa festîvalê ya hostekar de bê nîşandan; her sal filma hostekarekî sînemê tê hilbijartin.

Di festîvalê de îsal wê filma ji Îranê "Qaîdeya 180 Pileyan" a derhêner Farnûş Samadî (Farnoosh Samadi) bibe mêvan di beşa naskirinê de. Filmeke din a ji Îranê jî ya derhêner Menîce Hikmet (Manijeh Hekmat) a bi navê Bandar Band e. Ev film bi şirîkatiya Elmanya û Îranê hatiye çêkirin.  TORONTO