• Xelkê herêmê neçar man bi xwe rêya xwe çêkin.

12 gundên li Dola Zerzê ya ser bi Herêma Biradostê bi salene li benda hikumetê ne ku rêya wan çêke. Lê hikumet bi ti awayî guh nedaya xelkê herêmê û rêyên wan çênekiriye. Ji bo wê xelkê herêmê bi xwe dest bi çêkirina rêyên xwe kirin.

Her sal bi hatina werza zivistanê re, 12 gundên li Dola Zerzê ya ser bi Herêma Biradostê di çûn û hatinê de gelek zehmetiyan dikêşin. Rêya li herêmê nehatiye qîr kirin û zivistanan xira dibe.

Hikumet heya niha bi hewara xelkê herêmê neçuye û rêya wan çênekiriye. Ji bo vê xelkê herêmê neçar man bi xwe rêya xwe çêkin.

ROJNEWS/SILÊMANÎ