- Rewşenbîrên Efrînê li Til Rifatê pirtûkxaneyek vekir.
Rewşenbîrên Efrînê yên ku koçberî Şehbayê bûne, li bajarokê Til Rifatê pirtûkxaneyek vekir.
Piştî xebatên du meh û nîv ji bo komkirina pirtûkan, berpirs û çavdêrên pirtûkxaneyê bi merasîmekê Pirtûkxaneya Navenda Zanist û Ronakbîriyê vekir. Di merasîma vekirinê de damezrînerê pirtûkxaneyê Mihemed Mihemed peyivî û got: "Em ji vekirina pirtûkxaneyê armanc dikin ku çanda xwendinê û ronakbiriyê di nava civakê de belav bikin, ji ber ku civak bi xwendinê bi pêş dikeve û armancên xwe bi cih tîne."
Banga li ciwanan
Her wiha ji damezrînerên pirtûkxaneyê Xelîl Hibo bang li ciwanan kir ku berê xwe bidin pirtûkxaneyê û got: "Divê hemû civak û bi taybetî ciwan berê xwe bidin pirtûkxaneyê da ku çand û fikirê dewlemend hilînin û karibin bi rêya wê xwe û civakê jî pêş bixin." Piştre pirtûkxane hate vekirin.
Di pirtûkxaneyê de nêzî 400 pirtûkên siyasî, çîrokên cîhanî, pirtûkên zanistî û hwd hene.
ANHA/EFRÎN