
- Hatina koçberên Efrîn û Şehbayê yên li Reqa û Tebqayê ya ber bi bajarên Kantona Cizîrê, piştî êrişên komên çete yên girêdayî hikumeta demkî ya Sûriyeyê (18 Çile) didome.
Heta niha bi hezaran malbat hatine bajarê Hesekê, Qamişlo, Dêrik, Tibespiyê û Amûdê, ji ber ku hejmar zêde dibe me ji aliyên peywendîdar hejmarek negirt.
Li gorî agahiyên ku me ji Meclisa Koçberên Efrîn û Şehbayê ya Bajarê Qamişlo girtine, heta niha koçber li hinek navendên saziyan, mizgeft û 64 dibistananên bajarê Qamişlo bi cih kirine. Ji ber zexta zêde li hin dibistanan her odeyek 3 malbat bi hev re lê bi cih bûne.
Heyva Sor a Kurdî erka tedawîkirina koçberan dike û rojane ew bi kilînkên gerok li deverên ku lê koçber hene digerin.
Hejmareke kêm ji rêxistinên herêmî yên ku bi kar û barên koçberan eleqedar dibin, alîkarî pêşkêş kirine. Ew rêxistin tenê li bajarê Qamişlo alîkariya beşeke ji koçberan kiriye.
Ji 64 dibistanan tenê li 30 dibistanan heta astekê pêdiviyên jiyanî ji bo koçberan hatine dapînkirin.
Meclisa Koçberên Efrîn û Şehbayê ya Bajarê Qamişlo diyar kir ku di vê rewşa hewayê ya zehmet de, pêwîstiya koçberan a bi alîkariyê gelekî heye û bang li rêxistinan kir ku bi erka xwe rabin.
Heyva Sor a Kurdistanê ji bo Rojava bang kir
Heyva Sor a Kurdistanê ku qampanyaya alîkariyê ya Rojava dimeşîne, banga alîkariyê kir.
Qampanyaya Heyva Sor a Kurdistanê ya ji bo alîkariya hezaran kesên di encama êriş û komkujiyên çeteyên HTŞê de koçer bûne hatiye destpêkirin, didome. Heyva Sor a Kurdistanê bi dîmenekê parvekirinek li ser hesaba xwe ya fermî weşand û banga alîkariyê dubare kir. Heyva Sor a Kurdistanê di parvekirinê de ev tişt gotin: “Ji bîr nekin, her bexşek ku îro tê kirin dikare jiyanek li Rojava rizgar bike. Her bexşek dê ji bo deh hezaran zarokan bibe çavkaniya hêviyê.
Dem dema ji bo Rojava alîkarî û tevgerê ye.”
Hêsêban Heyva Sor a Kurdistanê :
ALMANYA
Heyva Sor a Kurdistanê e. V.
Kreissparkasse Köln
IBAN: DE49 3705 0299 0004 0104 81
BIC/SWIFT: COKSDE33XXX
Paypal : heyvasorakurdistan@gmail.com
heyvasor.com
FRANSA
Association Humanitaire Soleil Rouge – RojaSor
CIC TROYES HOTEL DE VILLE
IBAN: FR7630087335000002074770150
BIC/ SWIFT: CMCIFRPP
httprojasorfrance.com
İSVİÇRE
Kurdistan Rote Halbmond Schweiz
(Croissant Rouge Kurdistan Suisse)
Alternative Bank Schweiz AG
IBAN: CH39 3012 3040 7234 1000 5
BIC: ABSOCH22XXX
http://heyvasor.ch
İTALYA
Mezzaluna Rossa Kurdistan Italia
Banca Etica
IBAN: IT53R0501802800000016990236
BIC: CCRTIT2T84A
PayPal: http://shorturl.st/KMBP
Online Campaign: shorturl.ot/FQFHE
HOLLANDA
Stichting Koerdische Rode Halve Maan (Heyva Sor a Kurdistanê)
IBAN: NL67BUNQ2060346371
BIC : BUNQNL2A
http://stichtingkrhm.nl
ABD
Mesopotamia Aid Foundation (Weqfa Alîkariya Mezopotamya)
Citizens Bank
Hesab: 297 920 88
Routing: 011 500 120
BIC/SWIFT: CTZIUS33XXX
NORVEÇ
Kurdiske Røde Halvmåne Norge
(Heyva Sor a Kurdistanê)
VIPPS: 21957
DNB BANK ASA OSLO
IBAN: NO 15 1503 4052 953
BIC/ SWIFT: DNBANOKKXXX
BELÇİKA
SOLEIL ROUGE DE BELGIQUE (ROJA SOR A BELÇÎKA)
BNP PARIBAS FORTIS
IBAN: BE93 1431 3135 4067
BIC: GEBABEBBXXX







