Stranbêjê Kurd Mikaîl Aslan tevî muzîkjen Cemîl Qoçgirî di sala 2023’yan de albumeke nû ya bi navê “Rû bi Rû” derdixe. Mikaîl Aslan û Cemîl Qoçgirî ev bû qederê 20 salan ku bi hev re dixebitin û diafirînin. Di warê muzîkê de rêwîtiyeke wan a hevpar a bêhempa heye. Ev albûm jî diyariyê xebatên xwe yên hevpar ên dûr û dirêj kirine. Her du muzîkjen jî heta niha berhemên giranbuha hiştine ji bo bîra muzîka Kurdî. Ev albûma wan jî dewama kar û xebatên wan ên giring nîşan dide.
Beriya albûm derkeve wan ji bo albûmê bidin nasîn klîpeke bi navê “Reseno” hazir kir û li ser hesabê xwe yê youtube parve kir. Peyvên stranê ji hêla Cemal Taş ve hatine nivîsandin û muzîka wê jî ji hêla Mikaîl Aslan ve hatiye çêkirin.
Albûma “Rû bi Rû” bi riya Kalan Muzîkê dê sala 2023’yan derkeve.
NAVENDA NÛÇEYAN