Hevseroka MED-DER’ê Şîlan Elmas Kan ji Ergîn Çaglar ê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) peyivî û got, ew ê careke din bi wan partî û komeleyan re bicivin ku ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê kampanya îmzeyan dabûn destpêkirin.
Komîsyona 21’ê Sibatê ku Tora Ziman û Çanda Kurdî, Platforma Zimanê Kurdî û gelek partiyên siyasî jî di nav de cih digirin, di 22’ê Sibatê de bi daxwaza ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û yê perwerdeyê kampanya înzeyan dabû destpêkirin. Rêvebirên kampanyayê armanc dikin ku milyonek îmze kom bikin. Yek ji rêvebirên kampanyayê Hevseroka Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) Şîlan Elmas Kan e. Wê ji MA’yê re got, wan heta niha 200 hezar îmze kom kirine û banga mezinkirina kampanyayê kir.
Kan got, wan kampanya bi coşeke mezin daye destpêkirin û wiha peyivî: “Me dixwest ji bo xebatên xwe yên ziman şahizan li dar bixin, kampanyaz`e bidine destpêkirin û dezgehan deynin. Em ê xebatên xwe mezin bikin û bidomînin. Em ê hewl bidin xebatên xwe yên ziman bikin rojeva gelê Kurd. Herkesê ku ji xwe re dibêje, ‘Ez Kurdistanî me’, divê li xebatan xwedî derkeve.”
Şîlan Elmas Kanê bal bire ser êrişên delweta Tirk jî: “Êrişên îro ji ber xwedîderketina li Kurdî pêk tên. Bi salan e dibistanên dewletê û çapameniyê wê ji bo ku gelê Kurd ji ziman û çanda wî dûr bike bi feraseta neteweperest xebatan dimeşînin.”
Li ser xebatên ji bo kampanyayê Şîlan Elmas Kanê got, “Em ê di rojên pêş de tekildarî xebatên îmzeyan bi partiyên siyasî yên di komîsyonê de bên gel hev. Niha li gorî agahiyên li ber destê me, qederê 200 hezar îmze hatine berhevkirin. Em ê di 21’ê Sibata bê de hedefa xwe ya milyonek îmze pêk bînin . Em ê nêzikbûna dewletê ya ji bo Kurdî careke din derxin holê.”
AMED