Restorasyonên ku dewleta Tirk li Kurdistanê dike yan ji bo tinekirina şûnwaran e, yan jî ji bo rantê ne. Niha li ser bedena Amedê jî xebatên qaşo restorasyonê hene. Lê bi bêr, prîkêt û xercê, ji restorasyona bedena Amedê bêhtir, ya diqewime xirakirina wan e. Welatiyan nerazîbûna xwe nîşan da û got, dixwazin rabihuriya me tine bikin. Welatî dibêjin, dewleta Tirk nirxên me vediguherîne rantê.
Li Sûra Amedê beşekî Sûrên Amedê, digihîjin serdema Huriyan yanî 3 hezar salan Beriya Zayînê. Beşekî din jî digihêje 2’emîn Împaratorê Bîzansê Konstantînus yanî sala 346’an. Lê herî zêde jî di serdema mîrektiyê pêşî yên Kurdan de yanî di dema Merwaniyan de kamil dibin û di efsaneyên Kurdan de jî xwedî cihekî taybet in.
Sûrên di êrişên li dijî xwerêveberiya Kurdan di salên 2015-2016’an de qismî hatin xirakirin. Niha jî qeyûmî dagirker ê dewleta Tirk ji bo rantê, wê qismekî din jî texrîb bike. Qaşo wê restorasyon li Sûran bê kirin. Lê beriya restorasyonê karkerên xistine Sûran bi bi lodan kevir ji bedenan derxistine. Karker dibîjin ew ê 3 mehan "paqijiyê" bikin. Li gorî îdîayan Wezareta Çand û Turîzmê ya dewleta Tirk a dagirker wê Sûrên Amedê li îhaleyê veke.
‘Nirxên me didin biyaniyan’
Welatiyên Amedê ji vê nerazî ne. Suna Aslan dibêje, ev tinekirina warên dîrokî ye: “Dixwazin em dîroka xwe ji bîr bikin. Em dema vir dibînin rabihuriya me tê bîra me. Ger ev der tine bibe, wê rabihuriya me jî tine bibe. Îhaleyan vedikin û nirxên gelê Amedê didin biyaniyan. Em vê bi ti awayî qebûl nakin.”
Welatiyekî ku nexwest navê xwe eşkere bike jî, nerazîbûna xwe wiha îfade kir: “Ma çi ji gel re hiştin. Em dixwazin Amed wisa bimîne. Em naxwazin dest bidin vir. Ji dema em bîrewer in ve, Sûr hebûn. Em li dijî tinekirinê ne. Her der veguherandine rantê. Bila dest nedin dîroka me.”
MA/AMED