Newzat Demir ev bêhtirî 20 salan e ku li Kielê terzîtiyê dike. Li dikana xwe ya terzîtiyê, Newzatê ji Mêrdînê, reşikên ji Wanê jî difiroşe.
M. ZAHIT EKÎNCÎ
KIEL
Li bajarê Elmanyayê Kielê Newzat Demir nîvê dikana xwe ji pêlavên gelêrî yên Wanê, “reşik”an re veqetandiye. Reşik ji keja bizinan li Wanê tê çêkirin.
Li gorî xelkê, dîroka “reşik”ê heta bi serdema Urartuyan diçe, yanî beriya mîladî bi sedan salan. Reşik bi sedsalan e ku ji bo xelkê deverê dewlemendiyeke çandî ye jî. Berê ew yek ji pêlavên xelkê li Wanê û hawîrdora wê dixist piyê xwe.
Newzat Demir dixwaze ev çand li Ewrûpayê jî hebe. Li dikana xwe ya terzîtiyê, Newzatê ji Mêrdînê, reşikên ji Wanê jî difiroşe. Nîvê dikana xwe wî ji reşikan re veqetandiye. Newzat Demir dibêje, ji bilî tîcaretê, armanca wî ew e ku vê çanda qedîm bi nifşên nû bide nasîn.
30 salan xwe digire
Newzat Demir ev bêhtirî 20 salan e ku li Kielê terzîtiyê dike. Ew ji qumaş jî baş fêm dike. Ew dibêje, reşik gelekî xwegirtî ye û ji bo siheta mirovan jî baş e: “Reşik ji keja bizinan tên çêkirin. Gelekî xwegirtî û ji sihetê re baş in. Bi sedsalan e ku li Wanê û hawîrdora wê xelk van pêlavan yanî reşikan dixin piyê xwe. Cotek reşik bêhtirî 30 salan xwe digirin.”
Berê rojane xelkê dixist piyê xwe, niha di rojên taybet de. Newzat Demir dibêje, “Ji ber ku ji keja bizinê ye, zû bi zû xira nabe û avê jî nakişîne. Pêlevake welê ye, mirov dikare zivistanê jî bixe piyê xwe. Ji bilî xelkê deverê, mirovên diçin serdana Wanê elaqeyê nîşanî reşikan didin. Wekî din di dawet, fuar û musabeqeyên folklorê de jî xelk wan dixe piyê xwe. Ji ber ku pirr rehet in, vê dawiyê, gelek kes wê tercîh dikin.”
Ji bo ku ev çand belav bibe
Newzat Demir dibêje, Kurdistaniyên li Ewrûpayê dikarin bi rehetî reşikan bixin piyên xwe û wiha dipeyive: “Min peywendî bi hostekarên Wanê re danî, yên ku reşikan çêdikin. Piştre min reşik anîn Kielê. Ji bilî bazirganiyê, armanca min ew e ez vê çanda qedîm bidim nasîn. Piştî ku min ev reşik anîn, min nîvê dikana xwe ji danasîna wan re veqetand. Min li ser reyonê jî lewheya “Pêlavên Kurdan ên kevin“ daliqand. Kesek bixwaze wan bikire, li ku dera Ewrûpayê dibe bila bibe, ez dikarim bi kargoyê jê reşikan bişînim. Ez bawer dikim ku ew ê bala ciwanên elaqeya wan ji folklorê re heye, bikişîne. Cûreyên wê yên ji bo jinan jî û yên ji bo mêran jî hene.”