Wênegira Emerîkî Kathrin Swoboda wêneyên xwezayê digire. Ew zindiyên li derdora me bi awireke nû nîşanî me dide. Em dibînin ew çawa bêhnê didin û distînin. Em dibînin çawa dimeşin, difirin û dinişin. Ji nava wê xwezayê jî berê objektîfa wê herî zêde li ser çivîkan e. Gava ew xwe dide nasîn dibêje, "Ez Kathrin Swoboda me, wênegireke pispor di girtina wêneyên çivîkan de ew çivîkên tevdigerin."
Di vî wêneyî de jî em reşêleyeke basksor dibînin; lê di wêne de em di heman demê de dibînin ku ev çivîk dike vîçevîç. Bi hilma wî ya kêliya ji devê wî derdikeve û ya jê dûr vediguhere xelekên ji hilmê yên rengîn, em dizanin ku ew dike vîçevîç. Serma sira sibê jî pê re li ber çavên me ye. Bi vî wêneyî Kathrin Swoboda di Audubon Photography Awards a sala 2019ʼan de xelata mezin wergirt. Ew pirraniya wêneyên xwe li deverên li derdora Washingtonê digire.

WASHINGTON