Reformên înfazê yên li Tirkiyeyê
Sêşem 21 Tîrmeh 2026 - 16:00

- Mijara edaletê û bêalîbûna darazê li Tirkiyeyê yek ji herî zêde tê nîqaşkirin e. Di salên dawî de guhertinên di zagon û qanûnên înfazê de, di sepandina mafan de cudahiyên kûr derxistine holê.
Li aliyekî, girtiyên edlî yên ku ji ber sûcên tundûtujiyê (wekî kuştin, destavêtin û diziyê) hatine mehkûmkirin, ji destûrên taybet û berdana bişert sûdê werdigirin. Li aliyê din, girtiyên siyasî û bi taybetî jinên siyasetmedar ên nexweş, tevî ku cezayê wan qediyaye jî bi biryarên îdarî di girtîgehan de tên ragirtin. Ev rewş ne tenê prensîba wekheviyê ya li pêşberî qanûnê binpê dike, di heman demê de rasterast ewlehiya jiyana jinan a li derve dixe xetereyê.
Polîtîkayên înfazê yên ku di bin navê ‘kêmkirina qelebalixiya girtîgehan’ de tên derxistin, her ku diçe zêdetir fikarên ewlehiyê di nava civakê de derdixe holê. Li gorî raporên saziyên mafên mirovan, girtiyên ku rîska wan a tundûtujiyê ya li hemberî jinan heye, bêyî ku nirxandineke zanistî ya rîskê li ser wan were kirin serbest tên berdan. Di encama vê nêzîkatiyê de, di nav du salên dawî de gelek jin ji aliyê girtiyên edlî yên ku bi destûr derketine ve hatine qetilkirin. Di heman demê de, girtiyên siyasî yên wekî Delal Tekdemir, Dilek Oz û gelek jinên din ji ber helwestên xwe yên polîtîk û bi hincetên wekî ‘nîşannedana poşmaniyê’ zêdetir di hundir de tên girtin.
Qanûna înfazê
Di salên 2020 û 2023'an de li Tirkiyeyê bi guhertinên di Qanûna Înfazê de rêyên berdana girtiyên edlî hatin hêsankirin. Armanca fermî ya van pakêtan kêmkirina hejmara girtiyan a di hundir de bû. Lê belê di pratîkê de, ev qanûn bûn sedema serbestberdana kesên ku sûcên tundûtujiyê yên giran kirine. Girtiyên sûcên edlî piştî ku derbasî girtîgehên vekirî dibin, ji mafê destûra cejnê û destûrên taybet sûdê werdigirin. Di dema van destûran de, ji ber nebûna mekanîzmayên çavdêriyê yên li derve, girtî dikarin bi hêsanî sûcên nû bikin. Li gorî daneyên teyitkirî yên ku ketine qeydên fermî û medyayê, di nava du salên dawî de herî kêm 7 girtiyên edlî piştî ku bi destûra girtîgehê derketin, rasterast êrîşî jinan kirin û ew qetil kirin. Ev bûyer nîqaşên li ser ewlehî û kontrolkirina girtiyên ku bi destûr serbest tên berdan zêde dikin.
Yek ji wan bûyerên herî dawî yên ku bû sedema bertekên tund, bûyera Eyup Atar e. Di 13'ê Tîrmeha 2026'an de li navçeya Şehitkamil a Dîlokê, Eyup Atar piştî ku bi destûra girtîgehê serbest hat berdan, hevjîna xwe ya berê Esengul Dogu qetil kir. Eyup Atar piştî ku ev sûc kir, dawî li jiyana xwe jî anî. Ev bûyer bi tenê nîşan dide ku polîtîkaya înfazê ya ji bo sûcdarên tundkar ti nirxandineke psîkolojîk û rîskê li ber çavan nagire.
Mînakek din a şênber di Adara 2026'an de li navçeya Yakutiye ya Erziromê qewimî. Nuri Ogmen (45) ê ku ji ber sûcên cuda xwedî 20 sal cezayê bû û 11 sal bû ku di girtîgehê de bû, bi destûra cejnê ya 11 rojan ji girtîgehê derket. Nuri Ogmen çawa ku derket, Erdem Ozengîz (45) a ku hevjîna xizmê wî bû qetil kir. Ev bûyer nîşan dide ku girtiyên xwedî rîska bilind bêyî ku çavdêriyeke hişk li ser wan hebe di nava civakê de serbest tên berdan.
Di 9'ê Sibata 2026'an de li navçeya Keçioren a Enqereyê, kareseteke din qewimî. Recep Cengiz (35) piştî ku bi destûra girtîgehê derket, dayika xwe Azize C. (57), keça xwe Azra C. (8) ya ji hevjîna wî ya yekem qetil kir. Kujer cenazeyên wan di bagaja wesayîta xwe de bi cih kir û piştre çû mala hevjîna xwe ya ku di qonaxa hevberdanê de bû Beyzanur Uçan C. (28) û ew jî qetil kir. Recep Cengiz piştî van sûcan bi heman çekê întîhar kir. Serbestberdana kesekî bi vî rengî yê ku rîskeke mezin a tundûtujiyê dihewand, wekî mînaka herî giran a kêmasiya polîtîkayên înfazê ya li Tirkiyeyê dixûye.
Di 3'ê Mijdara 2025'an de li Erziromê, Salih Aybas (52) piştî ku bi destûra girtîgehê ya 22'ê Cotmeha 2025'an hat berdan, Nermin Tirit (47) a ku berê jî ew bi kêrê giran birîndar kiribû û ji ber vî sûcî 12,5 sal cezayê girtîgehê wergirtibû, bi çekê qetil kir. Salih Aybas piştî ku ev sûc kir, li cihê bûyerê întîhar kir. Tevî ku Salih Aybas berê heman jin birîndar kiribû û ji bo jiyana wê metirsî hebû jî, bi hêsanî derxistina wî ya bi destûra girtîgehê lawaziya pergala parastinê ya ji bo jinan nîşan dide.
Mînakên din ên ku di qeydan de cih digirin ev in: Di 28'ê Kanûna 2025'an de li Amedê, O.G. piştî ku bi destûr derket, hevjîna xwe R.Y. qetil kir. Di 3'ê Çileya 2025'an de li Kocaeliyê, Y.O. piştî ku hat berdan, hevjîna xwe ji pencereyê avêt xwarê û ew giran birîndar kir. Di 4'ê Sibata 2024'an de li Enqereyê, Tayfûn K. piştî derketina bi destûr, xebatkara Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) Özlem Ş. bi kêrê birîndar kir. Ev bûyerên li pey hev nîşan didin ku berdana bişert û destûrên girtiyên edlî veguherîne pirsgirêkeke ewlehiyê ya ku rasterast jiyana jinan dixe bin rîskê.
Biryarên lijneyên çavdêriyê
Li aliyê din ê vê tabloyê, girtiyên siyasî û bi taybetî jinên siyasetmedar ên ku cezayê wan qediyaye an jî nexweşiyên wan ên giran hene, bi astengiyên zagonî û îdarî re rûbirû ne. Lijneyên Îdarî û Çavdêriyê yên Girtîgehan (ÎGK) ku li gorî qanûnên nû hatine avakirin, wekî dadgeheke duyemîn tevdigerin. Ev lijne her 6 mehan carekê rewşa girtiyan dinirxînin da ku diyar bikin ka ew ji bo berdanê guncav in an na. Di dema van nirxandinan de, pirsên siyasî û îdeolojîk ji girtiyan tên kirin. Heke girtî bêje ku ew poşman nabe an jî xebatên xwe yên sîyasî diparêze, berdana wan 3 meh, 6 meh an jî salekê tê astengkirin. Ev yek bi taybetî li ser girtiyên nexweş bandoreke giran a fîzîkî û psîkolojîk diafirîne.
Dosyaya Çîgdem Ozlu (49) yek ji van mînakên giran e. Çîgdem Ozlu li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê ya Stenbolê tê ragirtin. Nexweşiyên wê wekî penceşêra guatrê, jana zirav û astimê hene. Tevî raporên bijîşkî yên ku diyar dikin ew nikare di şertên girtîgehê de bimîne, Wezareta Adaletê û lijneyên pêywendîdar berdana wê asteng dikin. Bi heman rengî, Şefîka Kandar (66) a ku ji ber krîza dil û pirsgirêkên tenduristiyê tenê bi alîkariya girtiyên din dikare pêdiviyên xwe peyda bike, nayê berdan. Şefîka Kandar berî 6 mehan anjiyo bûbû û berî du mehan jî krîza dil derbas kiribû. Lê belê Saziya Tipa Edlî (ATK) di sala 2025'an de rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ ji bo wê derxist.
Mînakên din ên lijneyê
Delal Tekdemîr (68): Hevşaredara berê ya Bazîdê ye. Tevî ku înfaza wê di 23'ê Cotmeha 2025'an de qediyabû, tahliyeya wê bi hinceta ku ‘di çalakiyên sporê de cîh negirtiye’ û ‘tevlî qursa xwendin û nivisînê nebûye’ sê mehan hat astengkirin û tenê di Çileya 2026'an de serbest hat berdan.
Dîlek Oz: Di sala 1994'an de hatibû girtin û cezayê muebbeta giran wergirtibû. Nexweşiyên dil, astim û tansiyonê pê re hene. Tahliyeya wê ya di Çileya 2025'an de 3 mehan hat astengkirin û piştî 32 salan di 12'ê Hezîrana 2026'an de ji girtîgehê hat berdan.
Sureyya Bulut: Nexweşa tuberkuloz û sendroma Wernicke-Korsakoffê ye. Tahliyeya wê ya di Cotmeha 2025'an de sê mehan hat dirêjkirin û piştî 32 salan, di 12'ê Hezîrana 2026'an de tevî Dilek Oz hat berdan.
Zelal Kiliç: Di sala 2015'an de hatibû girtin. Dîroka tahliyeya wê ya 1'ê Çileya 2025'an du caran ji aliyê lijneyê ve hat paşxistin û tenê di 13'ê Sibata 2026'an de hat berdan.
Turkan Karadaşli: Dîroka berdana wê, di 8'ê Tîrmeha 2025'an de 4 mehan hat paşxistin û di 17'ê Cotmeha 2025'an de hat berdan.
Mekiye Sonuk: Dîroka berdana wê ya di Îlona 2025'an de bi hinceta lêpirsîna dîsîplînê 3 mehan hat astengkirin û di sala 2026'an de hat berdan.
Sîlva Rashîdî, Eylem Ozer û Dîlan Kutlu (Turan): Her sê girtî tevî qedandina cezayên xwe, ji ber cezayên dîsîplînê tahliyeya wan di navbera 3 meh û salekê de hat astengkirin û di sala 2026'an de serbest hatin berdan.
Ev mînak nîşan didin ku Lijneyên Îdarî û Çavdêriyê zagonê ne wekî pîvaneke wekhev, lê wekî amûreke cezakirinê ya duyemîn li dijî girtiyên siyasî bi kar tînin. Pratîka ‘şewitandina înfazê’ ji bo girtiyên siyasî veguheriye rêbazeke periyodîk û sîstematîk.
Rewşa girtiyên nexweş
Li gorî daneyên fermî yên Midûriyeta Giştî ya Girtîgeh û Girtîgehan (CTE) a ser bi Wezareta Adaletê ve, ji 7'ê Nîsana 2025'an ve li Tirkiyeyê di 395 girtîgehan de bi giştî 403.060 girtî hene. Ev hejmar nîşan dide ku girtîgeh 103.179 kes li ser kapasiteya xwe ya fermî (299.881) hatine dagirtin. Ev rêjeya tîjebûnê ya ku digihîje %134an, fikarên cidî yên der barê tenduristî, paqijî û ewlehiyê de li girtîgehan çêdike. Ji ber qelebalixiyê, girtî nikarin bi hêsanî bigihîjin bijîşkan û pêdiviyên xwe yên sereke peyda bikin.
Li gorî rapora Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya ku di 28'ê Nîsana 2025'an de hat weşandin, li girtîgehan herî kêm hezar û 412 girtiyên nexweş hene ku rewşa 335 ji wan giran e. Rapor balê dikişîne ser ku ev hejmar tenê ‘aliyên tê dîtin’ e, ji ber ku gelek girtî ji ber nebûna daneyan û astengiyên îdarî nakevin nav raporan.
Detayên rapora ÎHDê wiha ne:
Ji girtiyên nexweş 161 jê jin û hezar û 1.251 jê mêr in.
230 girtiyên nexweş ên giran nikarin bi tena serê xwe jiyana xwe berdewam bikin û di bin mercên girtîgehê de bi zehmetiyên mezin re rûbirû ne.
105 girtî hewceyî alîkariya berdewam a hevalên xwe ne û divê 188 girtî jî ji ber nexweşiyên xwe yên giran (wekî penceşêr, nexweşiyên dil û hwd.) her dem di bin kontrola bijîşkî de bin.
Rewşa 515 girtiyan tevî tespîtkirina nexweşiyê ji ber nebûna daneyên nirxandinê nayê tespîtkirin û der barê nexweşiya 2 girtiyan de ti agahî nînin.
Ev statîstîk fikarên parêzvanên mafên mirovan piştrast dikin. Saziya Tipa Edlî (ATK) ku di pêvajoya tespîtkirina nexweşiyên giran de rola sereke dilîze, bi raporên xwe yên alîgir û siyasî tê rexnekirin. Sazî ji bo girtiyên edlî zû raporên tahliyeyê derdixe, lê ji bo girtiyên siyasî raporên ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ derdixe, tevî ku girtî li ber mirinê bin jî.
Raportên mafên mirovan
Ji bo balkişandina ser rewşa girtiyên nexweş û guhertina polîtîkayên înfazê, saziyên mafên mirovan û hiqûqê li gelek deverên cîhanê û Tirkiyeyê çalakiyên girseyî li dar dixin. Li Tirkiyeyê, ÎHD, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û komîsyonên baroyan (komîsyonên girtiyên nexweş, mafên jin û zarokan) di vî warî de têkoşîn dikin. Ew çalakiyên heftane û mehane li dar dixin da ku dengê girtiyên nexweş bigihînin raya giştî.
Yek ji çalakiyên herî perîyodîk ji aliyê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê ve tê meşandin. Çalakvan ji bo mafên girtiyên nexweş heta niha 737 hefte ye (zêdetirî 14 salan) her roja şemiyê derdikevin qadan û daxwaza edaletê tînin ziman. ÎHD li Stenbol, Enqere, Îzmîr, Mêrsîn, Amed, Êlih, Wan û Colemêrg bi heman armancê çalakiyên periyodîk li dar dixe. Di heman demê de, partiyên siyasî û rêxistinên civakî wekî kampanyaya ‘Ji bo her kesî edalet’ ya HDPê di sala 2021'ê de hewl didin ku vê mijarê bikin mijareke sereke.
Tevî van hemû çalakî, rapor û bangên fermî, meclis û hikûmeta Tirkiyeyê bêdengiya xwe diparêzin. Wezareta Adaletê heta niha ji bo daxwazên parêzvanên mafên mirovan ti bersiveke erênî nedaye û li dijî keyfîbûna Lijneyên Îdarî ti gavên hiqûqî neavêtine. Ev bêdengî rê li ber berdewamkirina nêzîkatiyên dualî vedike.
Nirxandina edîtoryal
Ev daneyên berawurdî û dîrokî yên ku ketine qeydên fermî, nîşan didin ku pergala darazê û înfaza cezayan a li Tirkiyeyê ji wekheviyê dûr ketiye. Dema ku pîvanên berdanê ji bo girtiyên edlî yên xwedî rîska tundûtujiyê pir kêm û hêsan tên girtin, ji bo girtiyên siyasî bi pirs û pîvanên keyfî tên giran kirin. Ev cudahî rasterast ewlehiya civakê û bi taybetî ya jinan dixe xetereyê, ji ber ku sûcdarên tundkar piştî ku bi destûr derdikevin sûcên giran ên wekî kuştinê dubare dikin.
Ji bo çareserkirina vê krîza hiqûqî, divê reformeke bingehîn û lezgîn di Qanûna Înfazê dewere kirin. Pêwîst e pîvanên berdanê li ser bingeha nirxandineke serbixwe, zanistî û bijîşkî ya rîskê werin avakirin. Lijneyên Îdarî û Çavdêriyê yên Girtîgehan ku wekî dadgeheke duyemîn biryarên keyfî didin, divê bêne betalkirin an jî pîvanên wan bêne depolîtîzekirin. Edalet tenê dema ku bêalî û wekhev were sepandin dikare civakê biparêze. Heta ku ev reform neyên kirin, dê pergala dualî ya darazê çavkaniya herî mezin a bêewlehiyê ya li Tirkiyeyê be.
PÛNG MEDÎA







