Rêber Ocalan kilîta çareseriyê ye

Duşem 13 Mijdar 2023 - 00:09

Encamnameya Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) hate eşkerekirin. Konferans, duh bi dirûşma “Bi jin, jiyan, azadî ve ber bi rêveberiyên herêmî yên azad ve” hat lidarxistin. Konferans, di şexsê Hevrîn Xelef, Yûsra Derwêş û Kader Ortakaya yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin qetilkirin de diyarî hemû jinên têkoşer hate kirin.

Di encamnameyê de ev tişt hatin gotin:’’Hikûmeta ku bi siyaseta dijmin hewl dide xwe li ser piyan bihêle, îro veguheriye rejîmeke tecrîdê. Bi kûrkirina tecrîdê re şer gurr kir. Birêz Ocalan 24 meh in di bin tecrîda mutleq de tê ragirtin. Em îro jî wek duh dibêjin. Hebûna gelê Kurd e ku li Girtîgeha Îmraliyê tê xwestin bê tecrîdkirin. Em ê bê rawestan bibêjin Birêz Ocalan temînata aştiya bi rûmet a li van xakan e. Kilîda çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd e. Yên ku tecrîda mutleq a li ser Birêz Ocalan tê meşandin bi dawî bike û wî bigihîne azadiya fizîkî, jin in. Têkoşîn û biryardariya ku di pêşengiya jinê de mezin dibe ye. Em ê bi vê bawerî û biryarê tevbigerin. 

Li dijî şerê taybet rêxistinbûn

Di encamnameyê de îşaret bi şerê taybet ê li Kurdistanê jî tê meşandin ev nirxandin tên kirin:’’Di konferansa me de careke din hate destnîşankirin ku qada herî mezin a têkoşîna li dijî polîtîkayên şerê taybet bi taybet li ser jin û ciwanên kurd, rêveberiyên herêmî ne. Bi vê berpirsyarî û hişmendiyê em ê di rêveberiyên herêmî de polîtîkayên xurtir bimeşînin. Em ê bi meclisa xwe ya jin û ciwanan re bi hev re tevbigerin û gund bi gund, tax bi tax bigerin û çalakiyên hişyariyê li dar bixin. Em ê van polîtîkayên qirêj, bi taybetî yên li hemberî jinên ciwan li ku bin, derxin holê. Bi ji nû ve avakirina saziyên xwe yên ku wê di vî warî de xebatan bimeşînin, bi van saziyan, ekîbên gerok ku em ê ava bikin û meclisên tax û gundên xwe, em ê ti tax û kolanekê li pey xwe nehêlin. Ji ber ku em vê pir baş dizanin! Rêbaza herî bi hêz a li dijî polîtîkayên şerê taybet berfirehkirina rêxistinbûn û hevgirtina jinan e.

Daristan wêran dibin

Ji Cûdî heta Akbelenê daristanên me wêran dibin û ji me re cihekî jiyanê nayê hiştin. Şewata daristanan bi taybetî li Kurdistanê û hiştina bajarên dîrokî di bin avê de jî êrişên bi armanca tunekirina dîrok û çanda gelan e. Li hemberî van êrişên li ser xweza û qadên jiyanê em ê bajarên xwe yên dostên jinan ji nû ve ava bikin. Em ê qadên xwe yên jiyanê li gorî paradîgmaya xwe ya ekolojîk ji nû ve ava bikin.Me baweriya xwe nû kir ku têkoşîna herî xurt a li dijî zîhniyeta serdest a mêr ku li qadên rêveberiyên herêmî belav bûye, weke hemû qadên partiya me, bi berfirehkirina rêxistinbûna jinê ye. Em hêza xwe ji pabendbûna bi paradîgmaya xwe digirin. 

ANF/ENQERE

parvê bike

Nûçeyên ku dikare bala we bikşîne

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.