Deriyê Îmraliyê vekin

Yekşem 2 Çile 2022 - 22:12

  • Parlamenter Mûazzez Orhan: Heta ku deriyê Îmraliyê venebe, aştî pêk nayê, qeyrana aboriyê nayê çareserkirin û demokrasî û edalet nayê vî welatî. Çavkaniya pirsgirêkan hemûyan tecrîdkirina Birêz Ocalan e.

Parlementera HDP'ê Mûazzez Orhan li Wanê di sersalê de bi jinan re civiya. Wê di axaftina xwe de got, çavkaniya pirsgirêkên li welat hemûyan, tecrîda li Îmraliyê ye û wiha peyivî: "Heta ku deriyên Îmraliyê venebin, aştî pêk nayê, qeyrana aborî çareser nabe û demokrasî û edalet nayê vî welatî."

Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê bi jinan re civiya. Di hola hevdîtinê de pankarta li ser nivîsandî, “Jin jiyan azadî" û alên HDP'ê hatin daliqandin. Parlamentera HDP'ê ya Wanê, Mûazzez Orhan, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Wanê û bi sedan jin di vê hevdîtinê hazir bûn. Jinên ku bi cil û bergên neteweyî beşdarî hevdîtinê bûn, li ber stranên li ser dikê govend gerandin. Di hevdîtinê de ku bi rêzgirtinê dest pê kir, her tim dirûşmeyên "Jin jiyan azadî" û “şehîd namirin” hatin gotin. 
 
‘Em mezin dibin’ 

Di hevdîtinê de ewilî Hevşaredara Serayê Caziye Dûman a ku qeyûm şaredariya wê dagir kir, axivî. Dûman, bal bire ser polîtîkayên şerê taybet ên li dijî gelê Kurd tên meşandin û got, "Ji bo avakirina pergala jiyaneke nû li her 4 parçeyên Kurdistanê, niha jin têdikoşin. Bi têkoşînê em xwedî li gel, malbat û dezgehan derdikevin. Niha dem dema serketin, têkoşîn û azadiyê ye. Roj bi roj em ê mezin bibin û ti hêz nikare li pêşberî me bisekîne." 

Berxwenda Kurdan li dijî zilmê 

Pişt re Parlamenter Muazzez Orhan peyivî. Wê got, sala 2022'yan wê bibe sala azadiyê ya jinan û wiha dewam kir: "Bi pêşengiya jinan têkoşîneke mezin tê kirin. Li hemberî gelê kurd 100 sal in êrişek heye. Lê ti carî êrişkar negihiştin armanca xwe. Kesên ku bûn dijminê Kurdan her tim winda kirin. Berxwedana gelê Kurd zilm û zordariya desthilatê her tim têk biriye."
 
Komkujiya Parîsê çavtirsandin bû

Mûazzez Orhan sala 2013'an pêvajoyeke diyalogê hebû û wiha dewam kir: "Dema vê pêvajoyê dest pê kir, li Parîsê 3 jinên Kurd hatin qetilkirin. Bi vê qetlîamê peyamek dan jinan û Kurdan. Lê ji wê rojê heta îro, têkoşîna jinan bêhtir bi hêz bû û ti carî serî netewand. Dema jin li cem hev du bin, ew dê bi hêztir bin. Jin dê bi têkoşînê jiyana bi rûmet ava bikin. Ev têkoşîna ku bi pêşengiya jinan tê meşandin, li her warê jiyanê didome."
 
Tecrîd rabe pirsgirêk çareser dibin

Orhan, bal bire ser polîtîkayên AKP'ê yên li dijî jinan û wiha axavî: "AKP bi ti awayî naxwaze jin di nava civakê de bibe xwedî maf, 4 dîwar li jinan tên ferzkirin. Gultan Kişanak, Fîgen Yuksekdag, Sebahat Tuncel û girtiyên siyasî hemû bi polîtîkayên taybet re rûbirû ne. Her wiha li hemberî birêz Abdullah Ocalan tecrîdek heye û ev tecrîd belavî girtîgehan hemûyan bûye. Di şexsê Ocalan de civakê difetîsinin. Muxatebê çareseriya pirsgirêka Kurd birêz Abdullah Ocalan e. Heta ku deriyê Îmraliyê venebe, aştî pêk nayê, qeyrana aboriyê nayê çareserkirin û demokrasî û edalet nayê vî welatî. Çavkaniya pirsgirêkan hemûyan tecrîdkirina Birêz Ocalan e."

Hevdîtina jinan bi guhdarîkirina li stranan bi dawî bû.

WAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.