Qurbaniyên erdhejê zêde dibin

Nûçeyên Cîhan

Çarşem 3 Çile 2024 - 15:52

Li Japonyayê roja Duşemê erd hejiya. Li gorî bîlançoya nû 62 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdeyî 300 kes birîndar bûn.
Li gor daxuyaniya Ajansa Meteorolojiyê ya Japonyayê (JMA), di 1’ê Çileyê de li Nîvgirava Noto û li peravên Işikawayê li rojavayê welêt gelek erdhejên bi pileya 5 heta 7’an çêbûne.

Di 2’ê Çileyê de li gorî saeta herêmî saet 10.17’an li peravên Nîvgirava Notoyê erdhejeke din a bi pileya 5,6 pêk hat.
Li gorî heman ajansê doh jî li Nîvgirava Notoyê di saet 02:21’an de bi pileya 5 û di saet 10:54’an de jî bi pileya 5,5 du erdhejên din jî çêbûne. Li gorî rayedarên bajarê Ishîkawa 64 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdeyî 300 kes birîndar bûn ku rewşa 20’ê ji wan giran e.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.