Qeydên qursên muzîkê yên Navenda Çandê ya Mezopotamyayê, destpê kirin. Qeyd wê heya dawiya meha Îlonê bidomin. Kesên qeyda xwe li NÇM'ê çêdikin di qursan de hînî bikaranîna tembûr, keman, şan, gîtar, flut û erbaneyê dibin. Kesên bixwazin qeyda xwe çêbikin, dikarin biçin avahiya NÇM'ê ya li Taxa Mescîtê ya li navçeya Beyoglûyê yan jî dikarin bi rêya telefonê çêbikin.
Ji hunermendên NÇM'ê Zehra Sûyû, bang li her kesî kir ku li dijî asîmlasyonê û qirkirina çandî beşdarî kursan bibin.
Li dijî qirkirinê têbikoşin
Sûyû anî ziman ku NÇM ji sala 1991'ê ve ji bo çanda Kurdî dixebite û li dijî qirkirina çandî û asîmilasyonê têdikoşe. Sûyû da zanîn ku wekî her salê îsal jî dest bi amadekariyên kargeha muzîkê kirine û got:"Qeydên me wê heya dawiya meha Îlonê bidomin. Enstrumanên li atolyeya me; tembûr, gîtar, keman, flut, erbane, şano û piyano ne. Kesên qeyda xwe çêbikin wê têkildarî van enstrumanan dersan bigirin. Hemû kesên bixwazin li gorî çanda xwe bijîn û bi taybetî jî çanda Kurdî geş bibe, dikarin beşdarî qursên me bibin."
Sûyû di dawiyê de got:"Çandeke ku tê xwestin bê qirkirin heye. Em bang li her kesî dikin ku li dijî vê qirkirina çandî û asîmilasyonê xwedî li çanda xwe derkevin."
MA/STENBOL