Qey qirr li filman hatibû!

Nûçeyên Çand/Huner

În 20 Îlon 2024 - 16:00

  • Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê di çarçoveya “Rojên Sînemaya Havînî” de du hefte li ser hev in filmê “Vîzontele” nîşan dide. Mirov bi vî tiştî heyirî dimîne û naxwaze bawer bike. Qey qirr li filmên Kurdî hatibûn we rabû vî filmî du hefte li ser hev nîşan da!

ARDÎN DÎREN/AMED
Mirov ji kur dest pê bike û bi çi awayî şirove bike nizanim. Ez li ser navê xwe bibêjim gava li Kurdistanê hin tiştên ne di rê de dibînim îmana min diçe! Yanî ev insan bi kî dişêwirin, kî aqil dide van kesan meraq dikim. Hin tiştên sosret ku bi destê me diqewimin hêrsa min bêhtir tîne. Dibêjim “destên me” ji ber ku êdî bi awayekî fermî destê me li ser bajarên Bakur in û halê hazir em van bajaran bi rêve dibin. Gelemşe û pîsîtiya ku qeyûman li pişt xwe hişt ji xwe ji hêla kerê kor ve jî êdî tê zanîn. Lê ya ecêbtir ewe ku niha jî hin çalakî hene eynî dişibin weke çalakiyên qeyûman. Gava mirov tiştên bi vî rengî dibîne bivenevê li zora mirov diçe û mirov dibêje gelo siyaseteke me ya çandî û hunerî tine ye gelo? Heger hebe jî çima wisa lewaz û qels e. Çima wisa bê helwêst û bertek e?
Ez behsa çalakiya dawî ya Şaredariya Mezin a Bajarê Mêrdînê dikim. Li Mêrdînê ji zû ve li kêleke Medreseya Qasimiye amfiyeke sînemayê heye ku jê re dibêjin “sînemaya servekirî” Li vir berê jî film dihatin nîşandan lê di dema qeyûm de bûbû cihekî kavil û film nedihatin nîşandan. Şaredariya Mêrdînê piştî ku reng guherî û bû ya “me” li wir dest bi nîşandana filman kir. Destpêkê filmên Kurdî nîşan da li wir û ev destpêkeke xweş bû. Lê di van demên dawî de li ser medyaya civakî ez çav pê ketim ku filmê “Vîzontele” yê Yılmaz Erdogan jî nîşan didin. Hûn li vê ecêbê! Pêşî min bawer nekir lê piştî ku min dît şaredarî bi awayekî fermî li ser rûpelên xwe parve kiriye ez bêhtir hêrs bûm û min got; “Qey qirr li filman hatibû!?” Yanî film nemabûn ku we biryara nîşandana filmên Yilmaz Erdogan girt.

Hunermendên di afirê desthelatê de dikeyin
Ha mirov filmê Yilmaz Erdogan nîşan da û ha mirov wî vexwand Mêrdînê. Tu ferq di navberê de tine ye. Ev kesê hanê bi ti awayî vî tiştî heq nake û ji xwe di dema qeyûman de jî helwêsta camêrî diyar bû. Heger mirov li rabuhiriyê vegere û hinek li bîra van bajaran bikole ew ê bibîne ku ev kes tevlî çalakiyên qeyûm û walîtiyên mêhtingeriyê bûye. Û ji bo vî tiştî qet texsîr jî nekiriye! Festîvala “Sur Kültür Yolu” ku bi destê qeyûm û walîtiyên mêhtingeriyê li Amedê hate li dar xistin yek ji wan çalakiyên asîmîlasyonîst bû. Dewletê gelek hunermend û stranbêjan vexwand Amedê û bi ziman û çandeke serdest çalakiyên hunerî pêk anî di çarçoveya festîvalê de. Yılmaz Erdoganê me jî bi xebata xwe ya nû ya “Münaşaka” tevlî vê festîvalê bû û nîşan da ku ew li gel dewleta xwe ye! Her wiha ji xwe di doz û meseleya Kurdî de wî ti carî helwêsteke kurdewar nîşan neda û di her fersendê de nîşan da ku ew tim di afirê deshelatê de dikeye! Yanî ti carî nebû hunermendê êla xwe û li hêla xwe ya kurdewar qet nefikirî. Ji lewma hewce nake em dûr û dirêj behsa kirin û xebatên wî bikin, her tişt bi awayekî zelal li holê ye.

Hinceteke pûç; xelk dixwaze!
Lê em çima ne zalal in? Yanî em çima xwe mecbûr hîs dikin filmên wî nîşan bidin. Gelo gotina “Ê xelk van filman dixwaze.” çiqas rast e. Heger hin tişt ji xelkê re bimîne û ewê çand û hunera Kurdî di rojekê de qirr bibe here. Ev hinceteke pûç û vala ye. Naxwe em bibêjin xelk dixwaze û rêzefilman jî nîşan bidin, ji lewre xelkê me her roj li van rêzefilmên Tirkî temaşe dikin. Bi ya min ev mesele tenê bi gotina “xelk dixwaze” nayê paşguhkirin û divê mirov qet xwe nerm neke ji bo çalakiyên bi vî rengî. Nihêrîneke bi vî awayî ya li çalakiyên çand û hunerî yên li Kurdistanê çewt û seqet e! Her kî be berpirsyarê vî tiştî divê derkeve û bi kîjan aqilî biryara vî tiştî daye ji me re bibêje. Ji ber ku xelk tenê filmên bi vî awayî naxwazin wekî din tiştên din jî dixwazin û dibêjin “filmên bi vî awayî ku xwediyê wî ne ti hunermend e li me nayên û ji me re nabin!” Divê berpirsyarên vî tiştî guh bidin van gotinan jî û di bin gotina “xelk dixwaze” de hey car asta xwe nexînin. Heger bixwazin bi hezaran film hene ku mirov dikare li wî cihê nîşan bide, bila qet vê meseleyê nebin û neynin!

Em qîmetê bidin xwe û jibîr nekin
Axir tiştên bi vî rengî di her wextî de diqewimin lê divê mirov di vê pêvajoyê de hinek din baldartir be û hay jê hebe çi dike. Ji ber ku ev dewlet bi salan e qira çand û hunera me tîne. Vê yekê jî bi destê hunermendên weke Yilmaz Erdogan dike. Ji xeynî vê yekê ev çend salên dawî li Kurdistanê tiştên netişt hatin serê me. Hin kesên ku di xewnên şevan de jî ew ê Kurdistanê nedîtana hatin li vir konser dan. Film çêkirin û şanoyan derxistin ser dikê. Armanca van festîval û çalakiyên hunerî yên dewletê diyar û eşkere ye. Lê em çima wisa zû ji bîr dikin? Divê em vê pirsê ji xwe bikin û zû bi zû tiştan jibîr nekin. Yanî li ser dilekî rehet ranebin filmên Yilmaz Erdogan nîşan nedin li meydanan û qîmetê nedin wî. Lê em qîmetê bidin derhêner û filmên Kurdî. Ji lewma nîşandana filmê herî xerab ê Kurdî çêtire ji nîşandana filmên Yilmaz Erdogan ên li wê meydanê.

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.