Qedexeya li Zeyneb Celaliyan

Sêşem 1 Cotmeh 2024 - 01:35

Girtiya siyasî ya Kurd Zeynep Celaliyan ku 17 sal in li Îranê girtî ye û cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê lê hatiye birîrn, bi fermana Wezareta Enformasyonê mafê wê yê ku malbat serdana wê bike hat redkirin. Zeynep Celaliyan ku beriya 4 salan li girtîgeha Yezdê hate bicihkirin, tenê carekê karîbû malbata xwe bibîne. Li gorî Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, Zeynep Celaliyan destpêka hefteyê ji bo dîtina malbata xwe daxwaz kir, lê belê rayedarên girtîgehê ragihand ku bi fermana Wezareta Enformasyonê serdan hatiye qedexekirin. Malbata Celaliyan ku ji bo dîtina keça xwe ji Maku çû Yezdê bêyî ku serdanê bike vegeriya. Zeynep Celaliyan ku hefteya derbasbûyî rakirin nexweşxaneyê, li gel îtirazan jî dermankirina bi kelepçeyan lê hate ferzkirin, ji ber ku li ber vê yekê rabû, nehate dermankirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.