- Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, HDP´ê, DBP serokkomarê Komara Kurdistanê Qazî Mihemed û hevrêyên wî di salvegera bidarvekirina wan de, bi bîr anîn.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, HDP´ê, DBP serokkomarê Komara Kurdistanê Qazî Mihemed û hevrêyên wî di salvegera bidarvekirina wan de, bi bîr anîn. KCK’ê got, Kurdistana azad a ku hesreta wan e, teqez wê pêk were: “Em Serokkomarê Komara Mehabadê Qazî Mihemed û hevalên wî yên ku di 31’ê Adara 1947’an de ji aliyê dewleta Îranê hatibûn bidarvekirin bi rêzdarî bi bîr tînin.
Kurdistana azad a ku hesreta wan e, wê teqez pêk were.”
HDP´ê jî got, “Di 75'emîn salvegera şehadeta wan de em Serokê Komara Kurdistanê Qazî Mihemed û hevalên wî bi rêzdarî û bi rehmet bi bîr tînin. Di riya azadiyê de sekn û berxwedana wan hêzê dide têkoşîna me.”
NAVENDA NÛÇEYAN