Qatil Arîf Dogan e

Pêncşem 26 Çile 2023 - 00:25

Hestiyên ku li herêmên cuda yên Kurdistanê tên dîtin, dibin delîlên sûcên JÎTEM’ê yên salên 1990’î. Bi taybetî li Curnê Reş û Sîweregê hestiyên windakiriyên salên 90’î ku ekîba Sedat Bucak jî berpirs e, îro jî tên dîtin. Herî dawî di 7’ê Hezîrana 2022’yan de li gundê Arabûk ê navçeya Sîweregê ku berê lêzilamên Sedat Bûcak lê serwer bûn û di salên dawî de dest guhertiye, di dema paqijkirina keviran de di nav 3 kîsikên cuda de hestiyên mirovan hatibûn dîtin. 

 

Malbat ketin nava tevgerê

Xwediyê zeviyê di nav erdên wê de hestiyên mirovan hatin dîtin, 21’ê Tîrmehê miracaetî Walîtiya Rihayê kiribû, di encamê de di bin çavdêriya cendirme û dozgeriyê de cihê bûyerê hatibû koland û 9 parçeyên hestiyan hatibûn dîtin. Ji ber ku hestî li taxa aîdê cerdevanên eşîra Bûcak hatin dîtin, tê îddîakirin di salên 90’î de weke navenda JÎTEM’ê hatiye bikaranîn, malbatên ku xizmên wan di cînayetên ‘kiryar nediyar’ de hatin qetilkirin ketibûn tevgerê.

 

Cenaze yê Faîk Kevcî ye

Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Rihayê Mustafa Veda diyar kiribû ku di dosyayê de rapora hatiye diyarkirin ku hestî li gorî DNA´ya mêr in. Her wiha anîbû ziman ku di vê pêvajoyê de nimûneya xwînê tenê ji malbateke hatiye stendin û şahîdên gund dan zanîn ku dibe ku cenaze yê Faîk Kevcî be.

Li gorî şahîdan, damezirînerê JÎTEM’ê Arîf Dogan di salên 90’î de li gundên navçeyên Curnê Reş û Sîweregê bi xwe beşdarî lêpirsînan bûye û mirov kuştine. Di heman demê de ne tenê ji Rihayê, gelek kes ji Merdîn û Amedê anîne herêmê û kuştine. Heke herêm bi awayekî berfireh were koland, bi dehan hestiyên mirovan wê werin dîtin. Di van kuştinan de Sedat Bûcak xwedî roleke mezin bû. Jixwe, wê demê gundê Arabûk û derdorê wê navenda kuştinan bû.

ANF/RIHA

parvê bike

Nûçeyên ku dikare bala we bikşîne

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.