Qirkerên xwe parastin

Duşem 4 Tîrmeh 2022 - 22:30

  • Dadgeha Tirk tevî delîlan hemûyan jî îdîa kir ku delîl nînin û 18 qirkerên xwe yên ji doza JÎTEM´ê ya Kerboranê dan beraetkirin. Bavê Davut Altunkaynak ê 12 salî hatî qetilkirin, got, Davut Tirk baye, qatilan beraet nedikir.

Di rûniştina Doza JÎTEM’a Kerboranê de her 18 tohmetbaran beraat kir.

Di navbera 29’ê Cotmeha sala 1995’an û 8’ê Adara 1996’an de li navçeya Mêrdînê Kerboranê, 3 jê zarok bi giştî 7 sivîl û çawişê pispor Bîlal Batir hatibûn windakirin. Derheqê bûyerê de doz li 18 tohmetbaran hatibû vekirin. Doh di rûniştina 26´an a dozê ya li Dagdeha Cezayên Giran a Semsûrê ya 1´ê de dewletê qirkerên xwe hemû dan beraetkirin.

Di dozê de bi giştî 18 kes hatin dadgehkirin û di nava wan de Fermandarê Tabûra Komandoyan a Jendirmeyan a Mêrdînê Hurşît Îmren, Fermandarê Jendirmeyan a Navçeya Kerboranê Mehmet Tîre, Fermandarê Qereqola Jendirmeyan a Navendî ya Kerboranê Mahmût Yilmaz, Cîgirê Fermandarê Qereqolê Haydar Topçam û Çawişê Pispor Kerîm Şahîn.

Heyeta dadgehê îdîa kir ku delîlên teqez ên ku têkiliya tohmetbar bi bûyerên navbirî re diyar bike li holê nînin û bi vê hinceta çêkirî qirkerên dewleta Tirk dan beraetkirin. Ji parêzerên mexdûran Erdal Kuzu, Gulistan Duran û ji xizmên windakiriyan Abdulazîz Altunkaynak, Omer Coşkun, Ahmet Akyon, Hîznî Dogan û Kasim Aslan beşdarî rûniştinê bûn. Ji tohmetbaran Hurşît Îmren, Haydar Topçam, Mahmût Yilmaz û parêzerên hinek tohmetbaran jî li bajarên lê dimînin bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî rûniştinê bûn.

7 cenaze şewitandibûn

Dozgerê dosyayê jixwe careke din xwest qirker beraet bikin.

Piştre jî birayê Seyhan Dogan ê 14 salî qetilkirî, Hîznî Dogan axivî û got: “Dozger dibêje, delîlên têrker tine ne. Ji sala 1996'an ve bi zimanê me ve mû hatin hingê me got, 7 cenazeyên hatine şewitandin hene. Min cenazeyê birayê xwe li qada ewlekariyê ya hêzên ewlekariyê dît.”

Bavê Davût Altinkaynak ê 12 salî qetilkirî, Abdulazîz Altinkaynak jî di rûniştina dozê de got: “Em vê mutalaaya dozger red dikin. 27 sal berê zarokên me avêtin bîran. Li arşîvan binêrin, wê demê hûn dê bibînin bê ka zarokê min ê 12 salî birin ku derê. Qada operasyonê û bîra bi kûrahiya 120 mîtroyan a ku me Davût tê de dîtibû, li heman herêmê ne. Dayika wî li qereqolê Davût di hilcoya Filistînê de dît. Cerdevan û leşkeran Davût ji malê girt û birin avêtin bîrê. Kujer beraet dikin. Ez heta dawiyê dozdar im.”

Qatilan pîroz dikin

Kurê Mehmet Emîn Aslan ê bi navê Kasim Aslan, birayê Abdurrahman Coşkun (21) ê bi navê Omer Coşkun û kekê Nedîm Akyon (16) ê bi navê Ahmet Akyon jî daxwaza edaletê kirin.

Parêzerê mexdûran Erdal Kuzu jî bi bîr xist ku di salên 90’î de dihat gotin, “yên ji bo dewletê guleyan berdide û yê dixwe jî kesên xwedî şeref in” û got, dozger tohmetbaran kiriye. Di dewamê de wî got, “Heke hûn bixwazin delîlan bibînin, dayika Davût Altunkaynak delîlek e. Lê heke hûn vê nebînin jî wê demê kujeran pîroz dikin. Em ê gelek li ser vê mutalaayê biaxivîn. Ji ber ku di wijdana mirovahiyê de birîn vekirin.

Mutalaayeke ku naxwaze îfadeyan bibîne, hiqûqî nîne. Ev mutalaa dewletê pîroz dibîne. Heke hûn bipirsin bê ka edalet çi ye, em Kurd dê bibêjin xeyalek e. Ev ne dosyayeke wisa ye ku ser wê were girtin. Cenazeyên malbatan hene. Ji ber tinebûna qeydên kamerayan nabe ku bi hinceta delîl tine ne, serê were girtin. Davût Altunkaynak û Nedîm Akyun li gundê Ulaşê hatin dîtin. Dayika Altunkaynak di her rûniştinê de got ku wê kurê xwe li qereqolê dîtibû. Nabe ku ev rastî tine bê hesibandin. Keça Suleyman Seyhan li pêş çavên wî tazî kirin. Bîlal Batir ji ber ku cihê cenazeyan got, lewma hate qetilkirin.”

Delîl hebûn wan qatil parastin

Di dewamê de parêzer Kuzu got, “Heke hûn bixwazin biryara xwe bi awayekî bêalî bidin, hemû delîl vekirî ne. Peywirdarê fermî yê dewletê Adem Kul got ku hatine destgîrkirin. Lê me ev kesên hatine destgîrkirin di bîran de dîtin. Ma delîla ji vê mezintir heye? Îfadeyên karmendên dewletê û çawişên pispor hene. Mamosteyên wê demê gotin, xwendekarên wan hatine destgîrkirin. Me li gelek şahidan guhdarî kir. Ma gelo kesek napirse bê ka ev kes çawa ji wan bîran derketin? Li devera ku tenê dewlet diketê û derdiket, me cenaze dîtin. Bîr, ji bo Kurdan trajediyeke dîrokî ye. Ew gund  tevde navendên êşkencexaneyê ne. 

Hemû înfaz bi fermana Fermandarê Jendirmeyan ê Dargeçîtê Mehmet Tîre ve hatin kirin. Dê li ser biryara we bê axaftin. Heke biryara beraetê were dayîn dê ev çîroka sedsalî dîsa bidome.”

Heyeta dadgeha Tirk a dagirkeriyê, biryar da ku qirkeran beraet bike. Heyeta dadgeha dagirkeriyê îdîa kir ku “Ti delîla ku têkiliya bersûcan bi van bûyeran re nîşan bide tine ye” biryara beraetê ji bo 18 tohmetbaran da.

Zarokê kuştî Tirk bûye…

Malbatên mexdûran nerazîbûn nîşanî biryarê da. Abdulazîz Altunkaynak diyar kir ku li Tirkiyeyê edalet tine ye û got, “Heke ev zarokekî Tirk bûya, dê dadger cezayê îdamê bidaya. Ji ber ku Davût zarokekî Kurd bû lewma biryara beraetê dide. Li Tirkiyeyê ne dozger û ne jî edalet heye.”

SEMSÛR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.