Qaşûlê hişk ê dinyaya me yê ji kevir û zinaran, diyar e ku ji texmînên heta niha, pîrtir e. Heta niha texmîn ew bû ku beriya bi 3 milyar û 200 milyon salan parzemîn çêbûne. Tîmeke zanyaran 26'ê Nîsanê li Civata Giştî ya salane ya Zanistên Geolojîk a Ewrûpê (EGU) analîzên mîneralên bi navê barît nîşan dan. Ev barît kombînasyoneke xwêya behrê û bariyumê ye ku ji derzên volkanîk ên di binê behrê de derdikevin. Li gorî analîzê, divê qaşûlê dinyayê 3 milyar û 700 milyon salî be, yanî nîv milyar salan pîrtir e ji texmînên berê.
Nivîskara sereke ya meqaleya vê lêkolînê, Desiree Roerdink e ji Zanîngeha Bergen a Norwêcê. Ew dibêje, ev yek wê tesîreke mezin li têgihiştina me ya li ser beridîna jiyanê li dinyayê bike.
Sedem jî ew e ku, mîneralên barît li binê behrê, li wan deveran ku ava germ a têr xwarin ji rehên hîdrotermal diherikin nava behrê, peyda dibin. Lêkoler dibêjin, ji mêj e behr û parzemîn ji hev didin û distînin, nexasim jî tiştên mirov dikare weke xwarin bi nav bike. Û mîneralên barît jî ha dîroka vê danûstandinê qeyd dikin.
Mesele jî ev e, gava ku parzemîn çêdibin, ji wan ev tiştên em dikarin ji wan re xwarin bibêjin, ber bi behrê ve herikîne. Û ha ev xwarinên hanê bûne alîkar ku di behrê de jiyan biberide. Jixwe, lêkolîneke 11'ê Sibatê hatibû weşandin nîşan dida ku gava ku qederê milyarek salê qaşûlê parzemînê yê dinyayê hew mezin bûye, beridîna jiyanê jî bi carekê hêdî bûye.
Bi xêra îzotopên stronsiyûmê yên di nava mîneralên barît de, lêkoler temênê wê diyar dikin. Lêkoleran temênê barîtan di navbera 3.2 milyar sal û 3.5 milyar sal de diyar kir. Ji bo ku ew pêk bên û ji rehên hîdrotermal biherikin jî 200 milyon salên din divên. Yanî bi giştî beriya bi 3 milyar û 700 milyon salan jî qaşûlê dinyayê yê hişk hebûye.
NAVENDA NÛÇEYAN