Pirtûka bi navê “Prison No. 5” ya şêwekar Zehra Dogan kete nav “21 pirtûkên grafîkê yên ku mohra xwe li sedsalê xistine” û her wiha ji hêla “Rojnameya Reppublica” ya Îtalyanî ve ji nûve hatiye çapkirin.

Şêwekar Zehra Dogan ev pirtûka ku ji xêzan û grafîkan pêk tê di sala 2017’an de, dema ku di hepsê de ye hazir dike. Li gel ku ew ji gelek malzemeyên şêwekariyê mehrûm bû jî dîsa ev pirtûk hazir kir û bi awayekî derxist derve. 

Zehra Dogan di pirtûk “Prison No. 5” de behsa hovîtiya li “Hepsa 5 Numre ya Amedê” dike. Pirtûk ji 108 rûpelî pêk tê û tê de gelek xêzên ku wehşeta li hepsê nîşan didin hene. Zehra Dogan xêzên di pirtûkê de li ser lewheyên ji textikan jî çêkir û ev xêzên wê cara ewil li “Galeriya Prometeo” ya li Mîlanoyê hatin nîşandan.

Pirtûka “Prison No. 5” di sala 2021’an de ji hêla “Il Manifesto” ve kete nav lîsteya 10 pirtûkên grafîkê yên herî baş. Her wiha dîsa di heman salê de ji hêla “Wired Italy” ve kete nav 15 pirtûkên xêzeroman ên herî baş.

NAVENDA NÛÇEYAN