- Charis Tsevis: Wek mozaîka hestan bûn ev xanî, gava min li wan xaniyan temaşe dikir yan jî bala xwe dida malzemeyên xanî, bi min wek xaçepirseke bêhempa, û sembolên ecêb bûn. Ev hest bi min re çêdikirin. Bi ya min gelek peyamên van xaniyên ji tuxleyên piçûk hebûn. Min jî xwest ez vê mozaîka hestan ji bo hunerê xwe bi kar bînim.
Charis Tsevis, di warê dîtbarî de bi mozaîkên xwe tê naskirin. Nexasim jî mozaîkên dîjîtal yên ku ew bi xwe disêwirîne. Bi gelemperî ew portreyan çêdike, ji hunermendên navdar heta werzîşvan û serokên Emerîkayê, wî heta niha portreyên gelek kesan çêkirine. Wî ji bo hunerê xwe gelek tişt ji xwe re kirine îlham û ew bi vî awayî wêne, portreyên tematîk çêdike. Lê van demên dawiyê bi navê “Tuxleyên Efrîka” wêneyên nû sêwirandine û niha ev wêneyên wî li galeriyan tên nîşandan. Tsevis, di dema serdana xwe ya Efrîkayê de gelekî di bin bandora çandên wir de dimîne û derbarê çandên Efrîkî de lêkolînê dike. Di dawiya lêkolîna xwe de jî bi tuxleyên Efrîkî yên sembolîk wêneyên xweşik disêwirîne.
Malên piçûk yên wek qutiyan
Tsevis berê jî derbarê çandên Efrîkî de wêne çêkirine, lê ev wêneyên ku wî vê dawiyê sêwirandine û çêkirine ji serdana wî ya 2016’an in. Piştî ku serdana wî bi dawî dibe, ew li ser vê mijarê hûr dibe û dixwaze bi tuxeleyên Efrîkî hin berhemên nû çêke. Ew li bajar û taxên Efrîkayê geriyaye. Gava ew li van taxan digere, tişta herî zêde bala wî dikişîne malên piçûk ên wek qutîyan in. Wî ji van çavdêriyên xwe sûd wergirtiye û jê hunerek ava kiriye. Ev konsepta xaniyan a ji tuxleyan dibe bingehê hunerê wî. Ew jî bi malzemeyên cûr bi cûr, mestereyên cihê, qumaş, kaxiz, neqşên balkêş û malzemeyên dîtir wêneyên xwe çêdike. Şêweye çêkirina xaniyên Efrîkî dihêle ku di huner de ji xwe re awayekî din yê afirîneriyê ava bike.
‘Min wêrekî û afirînerî dît’
Tsevis dema behsa Efrîka dike dibêje, “Gava cara ewil min Efrîka dît, ez di bin bandora wir de mam û min ji wir gelek hez kir.” Tsevis, derbarê çandên wir de gelek tiştên nû fêr dibe lê dibêje, li ser vê axê min hîs kir ku gelek tiştên girîng yên din jî hene. Tsevis, “Erdên bê ser û bin, xweza, ajal, mirov, dîrok, têkçûyin û serketin...paşê malên ku li Soweto bi awayekî qedexe hatine çêkirin. Mirov ji bo karibin xanî yan jî starekê ji xwe re çêkin ji xeynî tuxleyan hema çi ketibû ber destê wan, bi kar anîbûn. Min di avahiya van malan de wêrekî û afirînerî dît. Ev ji bo jiyanê tiştên pîroz in. Wek mozaîka hestan bûn ev xanî, gava min li wan xaniyan temaşe dikir yan jî bala xwe dida malzemeyên xanî, bi min wek xaçepirseke bêhempa, û sembolên ecêb bûn. Ev hest bi min re çêdikirin. Bi ya min gelek peyamên van xaniyên ji tuxleyên piçûk hebûn. Min jî xwest ez vê mozaîka hestan ji bo hunerê xwe bi kar bînim.”
Nivîskar û helbestvanan jî xêz dike
Di nav wêneyên Tsevis ên dawî yên bi “Tuxleyên Efrîkî” de nivîskar û helbestvan jî hene. Tsevis wêneyê nivîskar Amanda Gorman, Maya Angelou û muzîkjenê Jamaîkayî Keznamdî jî çêkirine. Tsevis ji bo portreyên xwe rengên zindî bi kar tîne, gava destpêkê mirov çav bi wêneyên wî dikeve, bi mirov we ne ku pirr tevlîhev in, lê ew ji vê tevlîheviyê tiştên bi rêk û pêk ava dike. Hprgiliyên di wêneyên wî de nîşan didin ku Tsevis bi awayekî hosteyane rengan û malzemeyan bi kar tîne.
Ji Munchen, Milano heta bi Atînayê
Charis Tsevis, hunermendekî Yewnanî ye û li bajarê Bafê yê Qibrisê dimîne. Wî li Munchenê di “Akademie für das Grafische Gewerbe” de li ser grafîk û sêwirandinê xwendiye û lîsansa bilind jî li “Scuola Politecnica di Design” a Mîlano xwendiye.
Ew niha li Bafê stûdyoyekê bi rêve dibe û li dinyayê gelek kes hay ji stûdyoya wî hene û pê re dixebitin. Tsevis, ji sala 1996’an ve li “Koleja Akto” ya Atînayê wek profesor dersên sêwirandina edîtoryal û tîpografiyê dide. Her wiha wî li Zanîngeha Panteion û gelek konferansên navneteweyî jî semîner û ders dane.
NAVENDA NÛÇEYAN