M. ZAHÎT EKÎNCÎ / HAMBURG

Platforma Kurdên Anatoliya Navîn (PKAN) a li Ewrûpayê jî ji bo mexdûrên erdhejê, kampanyaya “Deriyê mala xwe li gel vekin” da destpêkirin. Di vê çarçoveyê de heta niha bêhtirî 100 malbatî li malan bi cih kirin.

Hevserokê PKAN´ê Ahmet Gezer got, wan kampanya 9´ê Sibatê da destpêkirin û baroya Konyayê, Kordînasyona Navenda Giştî ya HDP´ê û dilxwazên li Konya, Enqere, Cihanbeylî, Kulu, Balayê destekê didin kampanyayê. Gezer bang kir li Kurdên Anatolyayê yên li Ewrûpayê yên ku malên wan li welatê wan hene, da ku deriyên malên xwe li mexdûran vekin.

Gezer got, li Aksaray, Kirşehîr, Enqere û Konya, Cihanbeylî, Kulu, Bala, Polatli, Şereflikoçhisar, Golbaşi, Sivrihisar û Akşehirê malên vala hene û wiha dewam kir: “Heta niha me bêhtirî 100 malbatî li malan bi cih kirin. Em hewl didin her kesê mexdûrê erdhejê yê ku tê cem me, bê cihêkarî li malan bi cih bikin. Kesên ku malên wan nînin, lê dixwazin desteka madî bidin jî em wan digihînin mexdûran.”  

Hîna sed mal hene

Ahmet Gezer da zanîn ku hîna li ber destê wan 100 mal hene û heger mexdûrekî hewcedar hebe, bila miracaetî wan bike, ew dikarin wan li yekê ji van malan bi cih bikin.

Ji bo xwedî malan û ji bo mexdûran wî daneyên têkiliyê yên PKAN´ê jî parve kirin: 

Platforma Kurdên Anatoliya Navîn (PKAN)
www.kurdenanatolien.com
E-mail: kurdenanatolya@gmail.com
Facebook: https://www.facebook.com/kurdenanatoliya.navinavrupa