• Koma muzîkê ya ji Îranê Rastak di projeya xwe ya nû de rûmetê dide civaka Ermenî li Îranê.

Wan doh sîngleke nû qeyd kir. Navê sîngla wan "Ew dibêjin … (Anha mîgoyend)" e. Stran li ser melodiyeke Ermenî hatiye danîn û beşek ji projeyeke berfirehtir e. Navê vê projeya berfireh jî "Mala/Welatê bêsînor" e. Kom bi vê yekê stranên miletên cîran digire û ji nû ve dibêje.

"Ew dibêjin…" strana 6´an a vê koleksiyonê ye. Strana 5´an a vê koleksiyonê Leylû bû û Gulana bihurî hatibû weşandin. Stran a Kurmancên Xoresanê bû. Hingê Rastakê beşek ji pereyên berhevkirî weke alîkarî dabû xizmetkarên beşê sihetê yê nexweşxaneyan.

Koma Rastak sala 1997´an bi destê xwendekarên muzîkê yên li Tehranê hatibû damezrandin.

 TEHRAN