Piştî 27 salan û bi halekî nexweşiya giran, Mehmet emîn Ozkan ê 84 salî hat tehliyekirin. Ew jî bi biryara taloqkirina ceza ya 3 mehan. 

Mehmet Emîn Ozkan girtiyekî nexweş ê 84 salî ye. Li Girtîgeha Amedê ya Ewlehiya Bilind a Hejmara 1’ê dihat ragirtin. Derbarê Ozkan de biryara tehliyeyê ango berdanê hat dayîn. Li gorî agahiyên ku hatin bidestxistin; rewşa nexweşiya Mehmet Emîn Ozkan xirabtir dibe û ew di 13’ê Tîrmehê de rakirina unîteya nihêrîna awarte ya Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê. Ozkan bi awayekî kelepçekirî li nexweşxaneyê tê dermankirin. Doh Ozkan derxistin ji beşa nihêrîna awarte, derxistin odeya asayî û paşê jî ew birin nexweşxaneyê. 

Li gorî nûçeya MA’yê keça wî Selma Ozkan ji girtiyên din hîn bûye ku bavê wê rakirine nexweşxaneyê û ji ber tansiyon û di bedena wî de îltîhap çêbûye, Mehmet Emîn Ozkan rakirine nexweşxaneyê. Ozkan diyar kir ku piştî cejnê 5 caran bavê wê rakirine nexweşxaneyê.

Selma Ozkan diyar kir ku ji ber bavê wê dîsa birine girtîgehê, birayê wî ji bo li rapora Saziya Tiba Edlî (ATK) bipirse çûye Edliyeya Amedê. Selma Ozkan anî ziman ku dozger ji birayê wê re gotiye, “Girtina wî 3 mehan hat taloqkirin. Piştî karûbarên li girtîgehê wê ji girtîgehê were berdan.” 

Ozkan got, piştî vê agahiyê ji bo pêşwaziya bavê wê, ew çûne ber girtîgehê. 

AMED