Girtiyê bi navê Mehmet Emîn Ozkan ê ji ber temenê xwe yê 83 salî û nexweşiyên xwe yên giran jiyana wî di talûkê de ye, piştî ku bi kelpeçeyê anîn nexweşxanê û 3 rojan bi text ve kelepçekirî hat dermankirin, bi hinceta “dermankirina wî qediya” careke din destên wî kelepçekirî birin girtîgehê.

Mehmet Emîn Ozkan ê li zindana Amedê tîpa Dʼyê girtiye, di 17, 18, 19, 20 û 24 Gulanê de, rewşa wî giran bû û rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê. Lê ji ber ku li nexweşxanê nehat razandin, wî paşve şandin girtîgehê. Ozkan di 25’ê Gulanê de cara 6’an bi kelepçeyê şandin Nexweşxaneyta Gazî Yaşargîlê. Ozkan ê anîn nexweşxaneyê, bi zorê dikariya bimeşe û li gel vê yekê jî destên wî hatibûn kelepçekirin. Ozkan di 3 rojên li nexweşxaneyê de jî bi textê razanê ve hat kelepçekirin.

Kurê Ozkan, Vedat Ozkan da zanîn ku bavê wî pêr bi şev, destên wî kelepçekirî, bi sandalya bi tekerlik, bi wesayîta ringê paşve birine zindanê. 

Keça Ozkan, Selma Ozkan jî anî ziman ku bi hinceta dermankirina bavê wê qediya birin girtîgehê û got: “Bavê min dîsa bi kelepçeyê û bi sandalyeya bi tekerlik şandin girtîgehê. Rewşa bavê min giran e. Em ê der barê rewşa wî de bi parêzeran re bipeyivin.” 

MA/AMED