Pirtûkfiroş; asta Kurdî kêm e!

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 9 Tîrmeh 2026 - 17:30

 

Li Wanê bi sedan pirtûkfiroşên pirtûkên kevn û nû hene û her cure pirtûkan difiroşin. Her wiha li gorî daneyan li Wanê asta xwendina pirtûkan gelek kêm e û asta Kurdî hêj kêmtir e. Li çend pirtûkfiroşan hejmareke biçûk a pirtûkên Kurdî heye û tên firotin. Ev yek rasterast bandorê li ser pêşketina ziman a li herêmê dike ku Wan bajareke navendî yê herêma Serhedê ye.

Firoşkarê pirtûkên kevn Mehdî Gerçeklî diyar kir ku krîza aborî bandoreke neyînî li ser kirîna pirtûkan dike û bal kişand ser nexwendina civakê. Mehdî Gerçeklî anî ziman ku xwendin bi salan e di nav Kurdan de wekî çandekê bi temamî bi cih nebûye û got: “Ji bo ku em bikarin bêjin Kurd dest bi xwendina Kurdî dikin, divê hinek stratejiyên ziman bikevin meriyetê û li ser ziman xebatên berfireh bên kirin. Çareseriya vê pirsgirêkê ne tenê bi hewldanên kesan e, lê bi guhertinên qanûnî ve girêdayî ye. Astengiyên li pêşiya ziman rasterast bi polîtîkayên dewletê ve têkildar in. Heta ku dewlet di qanûn û destûra bingehîn de ji bo statûya zimanê Kurdî pêngavan neavêje û bingehekî qanûnî ava neke; mixabin ew girseya ku bi Kurdî diaxive jî ber bi xwendina Kurdî ve naçe. Ji ber vê yekê, gava herî pêşîn ew e ku ziman bibe xwedî statûyeke fermî û qanûnî.”

‘Divê ziman bibe mijara muzakereyê’

Mehdî Gerçeklî destnîşan kir ku sedema bingehîn a qeyrana ziman bi polîtîkayên qedexekirinê yên sîstematîk ve girêdayî ye û wiha pê de çû: “Pirsgirêka yekem ew e ku sed sal e zimanê Kurdî di bin qedexe, çewisandin, bişaftin û polîtîkayeke berfireh a tunekirinê de ye. Îro dema em lê dinêrin, di warê qedexeyan de hinekî sistbûn çêbûye, lê tevî vê yekê jî, divê siyasetmedarên me mijara ziman bikin mijara muzakereyê û daxwaz bikin ku Kurdî bibe zimanê fermî. Divê zimanê Kurdî, ji asta pêşdibistanê heta zanîngehê, bibe zimanê perwerdeyê. Her wiha, eger zimanek ji bo dahatû û pêşerojê nebe zimanê kar û yê bazarê, mixabin ew ziman nayê xwendin û di warê nivîsandinê de jî di asteke pir kêm de dimîne.”

‘Stratejiyên ziman divê ji astê gotinê derkevin’

Di dawiya axaftina xwe de Mehdî Gerçeklî bang li xwe partiyên siyasî, rewşenbîr û hemû saziyên sivîl kir ku li ser maseyên siyasî gavên şênber bên avêtin û wiha derbirî: “Divê êdî stratejiyên me yên ziman di asta gotinê de nemînin û bikevin meriyetê. Divê siyasetmedar, pêşeng, sazî û dezgehên me ji bo ku Kurdî bibe zimanê perwerdeyê, daxwaza statûyê bikin û ev daxwaz demildest bikeve meriyetê.”

‘Em zêde bala xwe nadin xwendinê’

Pirtûkfiroş Yalçin Yokûş jî destnîşan kir ku di nav pirtûkên Kurdî yên di dikana wî de cureyên herî zêde balê dikişînin helbest in û da zanîn ku hinek xwîner ji bo hînbûnê pirtûkên hêsan hildibijêrin. Yalçin Yokûş anî ziman kû Kurd têra xwe pirtûkan naxwînin û got: “Ji bo ku pirtûk zêde bêne xwendin hewce ye xwendina bi Kurdî pêş bikeve. Ji ber gelek sedemên din; wekî bihabûna pirtûkan, krîza aborî ya li welat û zehmetiya kar û xebatan pirtûk nayên xwendin. Ji bo ku pirtûk zêde bêne xwendin weşanxane û pirtûkfiroşên me dikarin pirtûkan bi erzanî bifiroşin da ku hişmendiyeke ziman di nav gel de ava bibe.” 

SEMA GEZÎCÎ-DARISTAN PALA-AW/WAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.