
Ciwanên Şengalê bi riya nivîsandina pirtûkan û tomarkirina dîrok, çand û êşên civaka xwe di nava rûpelên berheman de, gavên giring ji bo parastina nasname û pêşeroja xwe diavêjin. Di vê çarçoveyê de bi çapkirina pirtûkên nivîskarên ciwan Merwan Dawid û Îbrahîm Êzidî re, asta hişyariya çandî li herêmê bilind dibe û nivîskar balê dikişînin ser pêwîstiya belgekirina rastiyên sala 2014’an, da ku di nav nifşên nû de çavvebûnek çêbibe û çanda wan neyê windakirin.
Li Şengalê, di pêngaveke çandî ya girîng de, ciwanên êzidî dixwazin bi riya nivîsandinê rastî û dîroka civaka xwe di nava rûpelên pirtûkan de tomar bikin û bikin malê dîrokê. Di vê çarçoveyê de, herî dawî du pirtûkên nivîskaran Îbrahîm Êzidî û Merwan Dawid ketin ber destê xwendevanan. Ev gav di nava rewşenbîrên êzidî de wekî gaveke stratejîk û girîng tê pênasekirin û daxwaz tê kirin ku zêdetir girîngî bi van berheman bê dayîn. Li Şengalê, ji bo ku rastiya civakê bê diyarkirin û dîroka gelê Şengalê ji bo nifşên nû bê hiştin, ciwanên êzidî giranî didin xebatên çandî û nivîskî.
‘Ew ê gavên baştir werin avêtin’
Di dema nasandina van pirtûkan de, çalakvan û nivîskar Dawid Zendînî bal kişand ser rola nivîsandinê û diyar kir ku ew wekî Bingeha Şengal ya Rewşenbîrî ji beşdarbûna di îmzekirina berhemên van her du xortan de pir kêfxweşin. Zendînî destxweşî li nivîskaran û Dar Şingal a Çandî kir ku ji bo vê xebatê rabûne û tekez kir ku çapkirin û belavkirina van pirtûkan di civaka wan de karekî gelekî girînge û got; ‘‘Ciwanên me muhtacî derfetên wisa ne, ji ber ku belkî gelek caran derfetên wan ne alîkar bin an jî amûrên nivîsandinê yên modern wekî laptop di destê wan de nebin, lewra gava dezgehek radibe van berheman çap dike, ev gaveke pîroze.’’ Zendînî diyar kir ku her civak an miletek xwendinê neke, pêş da naçe û bi van karên wisa, xwendin bêtir li ba xelkê çêdibe, çavvebûnek û guhvebûnek peyda dibe. Zendînî got ku ew dibîne ku xelkê wan ber bi xwendinê ve diçe û dema ev berhem tên belavkirin, bêtir kêfa xort û keçan tê û ew bawer dikin ku ev destpêkeke û dê gavên baştir werin avêtin.
‘Divê em bi êşên xwe dakevin’
Her wiha Merwan Dawid jî ku pirtûka wî ya nû bi navê “Kezî” ketiye ber destê xwendevanan, li ser girîngiya nivîsandinê axivî. Dawid diyar kir ku ev pirtûka wî ya duyemîne û di naveroka wê de behsa komek çîrokan dike ku li çend cihên cuda cuda qewimîne. Hinek ji van çîrokan qala wan êş û zehmetiyên dikin ku di sala 2014’an de bi serê êzidiyan hatin. Merwan got; ‘‘Îro gelekî girînge ku her nivîskar û rewşenbîrek di nav civaka mede de wan derd û êşan binivîse, lê di heman demê de divê behsa wan gelên din jî bikin ku li derdora me heman êş kişandine, ji ber ku em jî demkê di hewcetiyê de bûn ku kesekî din êşên me bi şiklekî rast binivîsin.’’ Dawid tekez kir ku ji bo êzidiyan gelekî girînge ku dîrok, nasname, çand û çanda xwe bixwînin, ji ber ku di van hemû aliyan de tiştekî wan ê dewlemend heye û xwendina van berheman wisa dike ku nasnameya wan neyê windakirin.
ROJNEWS/ŞENGAL







