
Li Amedê di 4-5’ê Tîrmehê de bi mazûvaniya Akademiya Sînema ya Rojhilata Navîn, Komxebata Sînamaya Kurd hat lidarxist. Komxebata ku derhêner, lîstikvan, sernarîst û çêker hatin cem hev biryara damezirandina Înîsîyatîfa Sînamegerên Kurd hat dayîn. Komxebata ku du rojan berdewam kir, mijarên sansu, fînans, pirsgirêkên hilberînê û kêmasî hatin gotûbêjkirin.
Di komxebatê de encama herî girîng ew e ku êdî sînamegerên Kurdê dê di di bin sîwanekî de xebatên kolektîf bikin û sînamegerên Kurd, dê bi komîsyona ku hilbijartine ve di serdema nû de xebatên sazûmaniyê bikin.
‘Berpirsyariya me ye’
Sînamger Bîngol Elmas a ku beşdarî komxebatê bû, destnîşan kir ku di xebata du rojan de pirsgirêk pênase kirine û di heman deme de têkildarî çareseriya pirsgirêkê jî nîqaş hatine kirin û fikir hatine pêşkêşkirin û wiha axivî: “Wek sînamegerên Kurd, em rastî mekanîzmayên zextê, sansurê û pirsgirêkên cidî ku êdî saziyên me nikaribin hilberînê bikin tên. Ev êdî roj bi roj girantir dibin, bi krîza aboriyê ve kûrtir dibin. Divê em van pirsgirêkan çareser bikin û berpirsiyariya me heye ku em fîlmên di xeyalên xwe de pêk bînin.”
Bîngol Elmas anî ziman ku wek sînamegerên Kurd berê civiyane lêbelê ji ber zext û tundiyê nekarîbûne yekitiyê mayinde bikin û wiha pê de çû: “Ev yek gelek wext bi me da windakirin. Ji bo yekitiya me qut nebe û ji nû ve em hilberîna xwe mayinde bikin em di nava lêgerînê de ne. Hewl û helwesta her kesê ev e.”
‘Îradeya me ya çareseriyê heye’
Bîngol Elmas diyar kir ku pirsgirêkên ew pê re rû bi rû dimînin hene lêbelê îradeya wan a çareseriyê jî heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lewre em bi tena serê xwe bi van pirsgirêkan re mijûl bibin em ê nikaribin çareser bikin. Em nikaribin hilberînin. Lêbelê dema em pirsgirêkê pênase bikin û bi hev re tev bigerin bi awayekî komunal û kolektîf em li dijî van pirsgirêkan têbikoşin dê derfetên me yên din derkevin.”
MA/AMED







