
- KURDÎGEH li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê ji bo zarokan polan vedike. Rêveberê komeleyê Alî Ataman destnîşan kir ku heta niha 40 serlêdanên qeydkirinê wergirtine û got: "Ger daxwaz hebe, em ê pola duyemîn jî vekin."
Komeleya Pêşxistina Çand û Zimanê Kurdî (KURDÎGEH) li Wanê ku ji bo têkoşîna li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê dixebite, qursên ziman bi 60 mamoste û 6 polan didomîne. Komeleyê niha di çarçoveya hewldanên xwe yên li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê de ji bo zarokan polek vekiriye.
Rêvebirê KURDÎGEH'ê Alî Ataman behsa girîngiya pola zarokan a ku ji bo têkoşîna li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê hatiye avakirin kir.
Ataman destnîşan kir ku polîtîkayên asîmîlasyonê bi sedsalan berdewam kirine û bandora wan li ser zarokan vegot. Ataman got: "Polîtîkayên asîmîlasyonê di pergala dibistanê ya fermî de dest pê dikin. Lêbelê, di vê qonaxê de, asîmîlasyon ketiye nav malên me û em bi zarokên xwe re bi Tirkî diaxivin. Rewş ji polîtîkayeke asîmîlasyonê veguheriye mijareke hilbijartina kesane. Niha bûye meseleya hebûnê. Ger em di hundurê malên xwe de jî bi Tirkî biaxivin, em çawa dikarin xwe bimînin? Em çawa dikarin nasnameya xwe biparêzin? Em malbatên Kurd niha bûne beşek ji vê asîmîlasyonê."
WAN







