Nivîskarê kitêba Embattled Dreamlands; The Politics of Contesting Armenian, Kurdish and Turkish Memory (Welatên xewnan ên nakokî li ser wan hene: Siyasetên Bîrên Reqîb ên Ermenî, Kurd û Tirk), dibêje, "Kitêba min berê xwe dide têkiliya tevlîhev a efsaneyên neteweyî yên rikbeirya hev dikin, sînorên xeyalî û bîrên cihî li cografyayeke ku sêalî dikeve ber nakokiyan weke Rojhilatê Tirkiyeyê, Rojavayê Ermenistanê û Bakurê Kurdistanê."
Kitêb îsal ji weşanên Routledge derket. Nivîskarê kitêbê jî niha li Leibniz-Zentrum Moderner Orient a li Berlînê dîsa li ser mijara siyasetên bîrê du serdema piştî Osmaniyan û serdema piştî Sovyetan kar dike.
Ji bo sedema vê lêkolîna xwe ya ku bi vê kitêbê bi encam bû ew dibêje, "Heke neşaş bim, sala 2009´an li Zanîngeha Ege ya Izmîrê hevalekî min ê Kurd hebû, ez pê re cara pêşî çûm Mêrdînê û bajarê ew jê Batmanê. Li wir ez bi Misilmankirina gelek kesên ji malbata wî hisiyam ku berê xiristiyanên Asûrî bûn, û hin ji wan jî Ermenî. Ew dengê kerrker ê bêdengiyê yê ku di hevokên jiberçûyî de deng vedida û ew rûyê vala yê apê wî hingê tesîreke mezin li min kir - û kir ku ez bidin pey doza vegerandina wê pirrdengiya tişta ku Stefan Zweig jê re digot, "dinya doh".
BERLÎN