Pîrozweriya Gelawêjê

Nûçeyên Forum

Şemî 15 Tebax 2020 - 11:23

  • Û, dem 15’ ê Gelawêjê, berbanga sibê bû, Egîdê egîdan fîşek ajojte xizne ya tivingê. Fîşeke berêpêşî ku dê taristaniya hezarên salan biqelaştana û welatê Rojê dîsa bikira Ronahîstan; ya ku dê giyanê Yaqûb Axa û hemû hesretkêşên azadiya Kurdistanê ji nûh de vewejanda û dîrok bi tîpên zêrîn li Dihê bihata nivîsîn... Ji dengê şîqîna tiving a Egîdê egîdan textûpayê xwînxwaran hejiyan.

LALEŞ WEZRÎNÎ

Ber êvarê bû, siha zinaran xwe berdabû qûntarê Çiravê. Xelîl ê Yaqûb Axa dest avête gopalê xwe û derkete derve. Berê xwe da hêla geliyê guzê û li qûntarên Çirav a Mîr Mihema hûrik hûrik temaşe kir. Coşeke nîhan di dilê wî de govenda bablekanê dilîst; bixwe jî nizanibû sedema vê coşa ku pêl li dilê wî dixistin çi bû. Berê xwe da bi hêla goristanê ve, çend gav avêtin û dïsa rawestiya. Qasekî li birrek û rizdeyên zinarên raserî Torik û Memîran temaşe kir. Heçko dê mêhvanên gelek ezîz ji wî milî ve bihatana. Dilşadiyeke bêhempa di dilê wî de pêl dida
wî jî nizanibû ev çi dilşadî ye, rabûye govendê di zozanê dilê wî de...

Careke din destê xwe da pêşçavên xwe û hemû gelî, newal, hawing û mesîlên Çirava Mîr Mihema yê Botî qolaçan kirin û hêdî hêdî ber bi goristanê ve meşiya. Wî jî nizanibû çima hatiye ser gora bavê xwe vê rojê a çardehê Gelawêjê. Heçko Yaqûb Axa gazî wî kiribû ku were seredana gora wî a ku di nava pûşûpelaxê de wenda bûbû. Di rêçik û şivîleyên nav goran ve meşiya, li vî alî û wî alî xwe qevast heta xwe gihande ber kêla bavê xwe. Hinekî tewiya, sê caran kêla gora bavê xwe ya ku hinetîtik kirtibû tewaf kir. Çavên xwe li ser axa ser gora bavê xwe gerandin, hew dît ku di nava çavên pûşûpelaxa ser gora Yaqûb Axa de çend kûlîlk ên çehvliken pişkivîne. Dest avête pûşûpelaxê derdora kûlîlkan, bi steh çinî û da hev. Jixwe re seyr û metel mabû li reng û şeng û temtêla wan kûlîlkan ên ku di nîveka heyva Gelawêjê de li ser gora Yaqûb Axa* yê bavê wî hêşîn hatibûn.

Erê; şaş û metel mabû Xelîl ê Yaqûb Axa. Geh li şengûbenga kûlîlkan, geh li gelî, dol, newal û serkura çiya ê Gebarê temaşe dikir. Bi xwe re ketibû nava xem û xeyalên kûr û ponijî bû kalê zemanan. Xwe bixwe gotibû; “Gelo bavê min çûye behiştê û ev kûlîlk ên çehvliken ji bexçe ên behişta bavê min qamavêtine û derketine ser rûkê erdê? Ev çi keramet e ku di vê Havîn a kelegerm de ev kûlîlk ên kenşêrîn di nav xaka ser sînga bavê min de pişkivî ne? Gelo ev giyanê bavê min e, xwe di nav belgên van kûlîkan de daye der? Giyanê Yaqûb Axa ji nûh ve vediweje gelo...?”

Pala xwe dabû kêla ber serê bavê xwe û ketibû nava xeyalên kûr û dûr, Xelîl ê Yaqûb Axa. Xilmaş bûbû yan jî hişyar bû ne diyar bû. Xew û hişyarî, xewn û xilmaşî ligel hev bûn; belkî jî xewn dîtibû, di xewnerojkê de bû. Hew carekê dîtibû ku bavê wî di nav birrek refdeciwan ên mîna şêr û pilingan de ye û xwe ji çiyayê Çiravê ber bi Dehê ve berdidin xwarê. Xortek î kej î enîkêver li pêşiyê, bavê wî li du wî ye û biqasî 30-40 kesan li du wan û weke şêran ên ku xwe li nêçîra xwe diqelizînin bi pêgavên giran ber bi armanca xwe ve dimeşiyan. Hemûyan jî xwe di rext û qatiyên fîşekan de pêçabûn. Tivingek a çapilî ya dem û dewranên berê di destê bavê wî de bû, li du wî Egîdê enîkêver dimeşiya. Ew xort ê ku navê wî Egîd bû car caran li kal ê du xwe dizivirî û pê dişêwirî; hem pê dişêwirî, hem jî rê û rêbazên nûjen nîşanî wî didan. Yaqûb Axa Dihî bû, lê Egîd ê rêber ji wî bêhtir rêç û dirbên ku diçûne Dihê dinasiyan.
Xelîl Axa jî, ji wî Egîdê reber hezkiribû. Ew ê ku rê û rêbaz ên nûjen pêşkêşî bavê wî dikiran. Kelecaneke mezin bi wî û Yaqûb Axa yê bavê wî ketibû. Yaqûb Axa, weke berxê ku bide du Maka xwe li du wî xort ê kej î enîkêver dimeşiya. Biqasî ji pêxemberan bawer bû, hewqasî jî baweriya wî bi wî Egîdê dîrokvejên dihata. Lewra; dê xewn û xeyalên Yaqûb Axa ji nûh ve vejiyana li warê bav û kalên wî....

Û, dem 15’ ê Gelawêjê, berbanga sibê bû, Egîdê egîdan fîşek ajojte xizne ya tivingê. Fîşeke berêpêşî ku dê taristaniya hezarên salan biqelaştana û welatê Rojê dîsa bikira Ronahîstan; ya ku dê giyanê Yaqûb Axa û hemû hesretkêşên azadiya Kurdistanê ji nûh de vewejanda û dîrok bi tîpên zêrîn li Dihê bihata nivîsîn... Ji dengê şîqîna tiving a Egîdê egîdan textûpayê xwînxwaran hejiyan.

Herdhejeke kesnedîtî li payîtexta Enkara pêkhat, textûpayê Şahê Îranê hejiya, lehî ya tirsê li Iraq û Suryê rabû, find û şemalên ku bi hezarên salan vemirîbûn, hatibûn vemirandin li hawîrdora qesra Ekbetan ji nişka ve vêketin û şewq û şemala xwe dane her çar hêlên welatê bindest. Dil û giyanên Şêx Seîdê Kal, Şêx Evdirehmanê Garisî, Seyid Rizayê Dêrsimî, Qadî Mihemed, Îhsan Nûrî, Biro Heskê Têllo û giyanên şagirtên endezyar û afirînerê jiyana nûjen ê Kawayê hemdemî Mazlum Dogan, bijîjkê dilovan Xeyrî, Kemal, Elî, Akîf, yên zarokên Agir Ferhad, Necmî, Mehmûd, Eşref û hestîkên hemû Şehîdên serhildan û berxwedan ên azadiya Kurdistanê rabûn govendê li ber dengê wê tivingê a ku nexşeya Kurditanê ji nûh ve xêz kir. Bi saya felsefeya endezyarê jiyana nûjen, artêşa Karmendoxê Aryenî nûjen kir, bi rêkûpêk kir û berda pêsîra dagirkrên ser xaka welat ê Rojê... Tovê Egîdan li hemû çiya û baniyên Kurdistanê hate reçandin û niha jî li lûtkeya çiyayê Xantûrê berikan bi pêsîra dijminê xwînxwar ve dizelqînin û çerxa dîrokê bi destê xwe werdigerînin, zarokên agir û rojê.


*Yaqup Axa ji Dehê bû, di salê 1926-27’an de digel Şêx Evdirrehman ê Garisî, Pîrezîn Axa û Gurgîn Axa yê Xisxêrî ( Perwarî ) li hemberî komara Tirk a faşîst serî hildabûn û gelê Botanê rakiribûn raperînê. Nêzîkî salekê li ber xwe dabûn lê, sed car mixabin ew jî mîna serhildan û raperînên beriya xwe biserneketibûn û têk çûbûn. Yaqup Axa û lawekî xwe, Pîrezîn Axa û lawekî xwe, Gurgîn Axa û lawekî xwe dil ketin destê Roma Reş û li ber qeraxa çemê Kezerê hatin gulebaran kirin; Şêx Evdirrehman ê Garisî jî ji hêla Necmo yê Ereb ê Sêrtê ve bi xayîntî hate kuştin, serê wî hate jêkirin û diyarî dewleta Romê hâte kirin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.