MÛRAT MANG

 

Yek ji pîrejinên temendirêj ên Kurdistanê, Dayika Ecê (Ecê Bultan) di 114 saliya xwe de wefat kir.
Dayika Ecê sala 1906´an li gundê Pulur ê bi ser Îdirê ve ji dayik bûye û şahidiya sedsalê Kurdistanê kiriye. Dayika Ecê 30´ê Cotmehê koça xwe ya dawî kir. Pêşiyên wê, di dema şerê Cîhanê yê Yekê de ji Ermenistanê hatine Îdirê.
Me ew di sala 2014´an de li gundê Pulurê dîtibû. Kurmanciyeke wê ya xweş hebû. Rûken bû. Ji me re qala dem û dewranên berê kiribû. Hingê 108 salî bû. Tevî ku emrê wê mezin bû jî mîna jineke Serhedê ji nava nivînan rabibû ser xwe û dest bi sohbetê kiribû. Di destpêka axaftina xwe de weha peyivî: “Belkî mezinên we ji we re negotine. Min gelek tişt dîtine, pirr tişt bi serê min de hatin. Ma hinan ji we re got, ji bo ku hûn bi min re qise bikin. Gelo zara (gerîla) hûn şandine? Ma hûn jî ji wan in?” Paşê ji me re qala Şerê Cîhanê yê Yekê, Tevkujiya Ermeniyan, zilma li Êzîdiyan, Tevgera Azadiyê ya Kurd, Rêber Apo û gerîlayan û qala gelek tiştan kiribû.
Hê hişê wê gelekî li serê wê bû û hema yekser qala silaleya xwe kiribû û gotibû: “Bavê min Eyo bû, bavê Eyo jî Edo bû, bavê Edo jî Silo bû, bavê Silo jî Geno bû û ji mala bavê Geno re jî Mala Hûsê Gozê digotin. Lê ji me re Retkî dibêjin.
Û em ji Dayika Ecê re dibêjin, rêya te vekirî be, Xwedê bi te re be û bi xêr biçe.