Pîr qutnî û nasnameyeke veşartî

Luqman GULDIVÊ nivîsand —

Duşem 17 Nîsan 2023 - 02:56

Mirov zû bi zû bi hin tiştan nahise. Ew tişt li her derî ne esas. Lê mirov heta wextekê her bê hiş e. Li ser xwe ye lê ne hişyar e.

Serê pêşî, gava pê hisiyam têkiliyeke “koçek”î ya malbata bapîra min bi ziyareta “pî(r)kurêş” re heye, jixwe min dizanî, nasnameya malbatê ya nû, li ser veşartina a berê ava bûye. min berê hinekî behsa wî “pî(r)kurêşê heft gelî tijî dar kirine” kiribû.

Axir beriya heştekê, ez çûm serdana bapîra xwe û wê vê carê behsa gund kir. Nizanim çima, ji ber ku xelkê gundê me Şêhra Haxê misoger dikirin, min pirsî ka li gund jî ti ziyaret hebûne yan na.

Bapîra min hinekî ma sekinî. Ji ber wê min pirsî ka “navê cebanê gund çi ye”. Navê cebên, “Pîr Qutnî” bûye. Bavê min jî hazir bû û hat bîra wî ku ji bo wî ziyafetek çêdikirin, lê weke Zêwa Seyid Bilal mezin nebûye. Yek piçûk, li gund…

Peyvên weke şêhr, zêw belkî di serê we de biçin û bên, tevlîheviyê çêkin, lê ez wan safî bikim. Navê festîvalên ji bo ziyaretên şêx û mişayîxên Misilman li devera Torê “zêw” e. Ez ne şaş bim ya herî mezin jî ya Seyid Bilal e. Herçî Şêhr in, ew jî festîvalên dêr û manastiran in. Gundê zêw yan jî şêhr lê, xwarina bi hezaran mirovî hazir dike, li hinan jê tenê erbane û li hinan jî erbane, derwêş, lê herwiha kemaçevan hazir dibin. Axir festîvalên bi motîfên dînî ne.

Ji ber ku nêzîkî hev in, gundê me bi pirranî xwe daye ber Şêhra Haxê. Hax gundekî Xiristiyanan e, xelkê gund Kurmancîaxêv e. Zarokên gund ên ku biçin dersa li dêrê tenê hînî Suryanî dibin.

Ez bi temamî nizanim têkiliya gundiyên me bi Haxê û dêra wê re çi ye, lê diyar e ne ya îro ye. Berê li Herêmê bi navê Şemsiyan komek hebûye. Jixwe gelek dêrên deverê li ser îbadetxaneyên wan ava bûne. Îro nemane. Di belgeyên seyahên sedsalên 18, 19’an de em hîn dibin, ji bo ku xwe biparêzên bi hin dêran re li hev kirine. Osmaniyan fermana wan di sedsala 16’an de derxistiye: Yanê wê bibin Misilman yan jî wê dînekî xwedî kitêb bihebînin. Yan na fermana qirkirina wan hatiye dayîn. Ev seyah dibêjin, xelkê vê cemaetê jiber vê yekê xwe weke Xiristiyan li dêran qeyd kiriye, zarokên xwe jî ji bo weftîzê birine dêran, lê esas baweriya xwe parastine.

Lê di rastiyê de karîne heta destpêka sedsala 20´an hebûna xwe biparêzin. Îro roj tenê goristaneke bi navê wan li Mêrdînê wan bi bîra me dixe.

Bivênevê, têkiliya di navbera Dêra Haxê û gundiyên me de Şemsî anîn bîra min. Gelo di zemanên berê de li hevkirinek di navbera gundiyên me û Dêra Haxê de hebû? Gelo pirraniya Haxiyan jî ji heman camaetê ne ku hêdî hêdî Xiristiyan bûn? Gelo xirbeyên “dêra” li gundê me ku di qeydiyên dêran ên Suryaniyan de behsa wê nayê kirin, esas ne dêr lê îbadetxaneyeke Şemsiyan bû?

Ji ber ku Şemsiyan jî ti nivîs li pey xwe nehiştine, ez ê ti carî bi isehî bersiva van pirsan nedim. Lê dikarim bi hêsanî bibêjim, ziyaretên derdorê hemû yên seyid, şêx û mişayixan in, lê ya gundê me ya “Pîr Qutnî” ye. Pîr jî îşareteke zelal a wê yekê ye pîroziyên deverê ne ji rêûresma Îslamî ne. Mirovan baweriyên xwe ji sedemên cihê yên weke ferman, zext, bac, zilma daîmî ya cîranan guherandibe jî diyar e nekarîne zû bi zû bi tevahî dev jî pîroziyên xwe berdin. Ew di peywendên nû de bi cih kirine û hinekî jî veşartine. Veşartineke weke veşartina cenazeyekî. Mirî jî gava tê jibîrkirin dimire, ew jî li bendê mane ji bîr bikin, da ku diyanet û baweriya berê bi temamî bimire.         

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.