LALEŞ RÊNAS/ANF/BEHDÎNAN
Li çiyê dema ku mirov gerîlayekê/î nas dike, pênûsa mirovî dest bi çîrokeke nû dike. mirov hewl dide her tiştî, wê kêliyê bi cih bike. Hûn di rê de gerîlayekê/î nas dikin, piştre yeke/î din. Ji cîhanên cuda, gerdûneke mezin ava dibe.
Gerîla Êriş Bawer jî bi sekna xwe cîhaneke başî û kedê ava kiribû. Heger kesek bipirse, bê keda di oxira welatekî de çi ye, ez ê bibêjim, Êriş. Heger kesek bipirse, gelo kenekî bêrawestan li ser rûyê kê ye, ez ê bibêjim li ser rûyê Êriş. Heger kesek bibêje, bêrawestan xizmeta ji bo azadiyê çi ye, ez ê bibêjim sekna jiyanê ya Êriş. Şehadeta gerîla Êriş jî bi vî rengî bû. Gelo jiyana şervanekî tenê li kêliyeke çalakiyê, li dîmenekî, li wêneyekî bar dibe, tê de bi cih dibe? Dibe ku ne bi temamî, lê belê kêliyeke kurt a rastiyê bi cih dibe.
Kenê misêwa
Ji sala 2012'an ve yanî ji roja ku tevlî nava refên gerîlayan bûyî ve, gerîla Êriş li gelek qadan geriya. Bi hewara xelkê Êzîdî ve beziyabû, dema ku dagirkeran êrişî Rojavayê Kurdistanê kir, yekser berê xwe dabû wê derê. Bi salan temsîla kedê kir û di rêya azadiyê de her tim meşiya. Herî dawî li lênûska xwe ya piçûk wiha nivîsîbû û derbasî qada şerê giran bûbû, "Fedaiyê herî mezin Rêber Apo ye. Fedaîtî esasgirtina xeta Rêbertiyê ye. Fedaiyek jiyaneke ji rêzê ji bo xwe qebûl nake. Fedaîtî meşa li ser rêya Zîlanan e. Bi Kemal Pîr re nêzîkatiya fedaî ya Apoyî hebû. Divê em rê, sekn, nêzîkatî û dilsoziya Kemal Pîr a bi partiyê re timî ji xwe re bikin esas."
Qasidê mizgîniyê
Gerîla Êriş 6'ê Tebaxê li qada Şehîd Mazlûm şehîd bû. Çend rojan beriya 6'ê Tebaxê, soza xwe bi cih anî û dîmenekî bedew ê ji dilê xwe ji me re şand. Gerîla Êriş ew dîmenê li qadê, destpêkê li dilê xwe û piştre jî li makîneya piçûk a li gel xwe qeyd kiribû. Dîmenê pinpinîkeke piçûk şandibû. Pinpinîkê xwe li ser mekapa gerîla danîbû. Dibe ku dîmenê beşeke piçûk a wê kêliyê girtibû, lê belê di nava wê kêliyê de dîroka serketinê veşartî bû. Jinên Kurd dibêjin, ‘Heger pinpinîk hatibe mizgînî aniye, gelo mizgîniya çi ji me re aniye'. Pinpinîkekê xwe li ser mekapa gerîla Êriş Bawer danîbû, mizgînî jê re anîbû. Jiyana wê rojek e, tenê rojek. Hatibû ku emrê xwe ji bo mizgîniya serketina gerîla bîne. Belasebep xwe li ser mekapa gerîla Êriş danenîbû. Wî bi rêya vî dîmenê kurt ku ji hevrêyên xwe re şand, serketina hevrêyên xwe di şerê dîrokî de dîtibû.